Yekîtiya Star êrîşên çeteyan şermezar kir

Koordînasyona Yekîtiya Star êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî Kobanê û Hesekê û komkujiyên wan li dijî zarok, jin û welatiyên sivîl bi tundî şermzar kir.

Koordînasyona Yekîtiya Star êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî Kobanê û Hesekê û komkujiyên wan li dijî zarok, jin û welatiyên sivîl bi tundî şermzar kir û got ku ev êrîşên çeteyan bi alîkariya hikûmeta Tirkiyeyê û rêjîma Baasê li hemberî serkeftinên gelên herêmê pêk hatine. Her wiha bang li civaka navnetewî kir ku ji bo rê li pêşiya van komkujiyan were girtin têkeve nava liv û tevgerê.

Koordînasyona Yekîtiya Star di derbarê êrîşên dawî yên çeteyên DAIŞ’ê li dijî Kobanê û Hesekê û komkujiyên wan li dijî zarok, jin û welatiyên sivîl  daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya Koordînasyona Yekîtiya Star wiha ye:

“Serkeftinên hêzên YPG’ê û YPJ’ê û Burkan El-Firat li kantonên Kobanê û Cizîrê bi dest xwe ve xistine û bi taybet serkeftinên di çarçoveya operasyona Şehîd Rûbar Qamişlo û Şehîd Gelhat û rizgarkirina çiyayê Kizwanan, bajarê Girê Spî û bi sedan gund û bajarokên rojavayê Kantona Cizîrê her wiha serkeftina HDP’ê di hilbijartinên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de, rûyê reş ê hikûmeta Ardogan û rêjîma Baasî şovenîst eşkere kir. hevkariya istixbarat a di navbera çeteyên DAIŞ’ê û rêjîma Baasê de niha li pêşiya tevahî cîhanê eşkere ye.

Êrîşên dawî yên li dijî welatiyên sivîl yên bajarê Kobanê alîkariya Artêşa Tirkiyeyê têde eşkere ye û di êrîşên xwe de welatiyên sivîl armanc girtine û komkujî li dijî zarok û jinan pêk anîne. Êrîşa çeteyan a li dijî bajarê Hesekê jî hevkariya çeteyan û rêjîma Baasî di van êrîşan de jî eşkere ye. ev yek tê wateya ku pilanên hevbeş di navbera hikûmeta AKP’ê û rêjîma Baasî li gel çeteyên DAIŞ’ê  li dijî welatiyên herêmê tê meşandin.

Ev nêzîkbûna di navbera van aliyan de ji ber serkeftinên gelên herêmê li dijî hêzên tarî pêk tê. Rêjîma Baasî û hikûmeta AKP’ê bi van êrîşên xwe li dijî welatiyên sivîl têkçûna wan li hemberî hêzên demokratîkxwaz û hevgirtina pêkhatiyên herêmê diyar dibe.

Em wekî endamên Yekîtiya Star bang li civaka navnetewî, hemû rêxistinên mirovahî, rêxistinên mafên mirovan û hêzên demokratîkxwaz yên navnetewî dikin ku bi erka xwe ya parastina mirovahiyê rabin û rê li pêşiya komkujiyên li dijî welatiyên sivîl bigirin.

Em hevkariya di navbera hikûmeta AKP’ê û rêjîma Baasî li gel çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên sivîl bi tundî şermezar dikin. em dibêjin ku tu hêz nikarin vîna azad a pêkhatiyên herêmê bişkînin û hovîtiya çeteyan tu carî bi ser nakeve. Em bang li gelê xwe dikin ku asta têkoşîna xwe li dijî çeteyan bilind bikin û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bi destxistin biparêzin.”