Yekemîn Mihrîcana Êzidiyan tê lidarxistin
Yekemîn Mihrîcana Êzidiyan tê lidarxistin
Yekemîn Mihrîcana Êzidiyan tê lidarxistin
Kurdên Êzidî yên li Almanyayê dijîn cara yekem e ku mîhrîcanekê li dar dixin. Mîhrîcan ji aliyê Federasyona Komeleyên Êzdiyan (FKÊ) ve tê organîzekirin û dê 20’ê nîsanê li bajarê Hannoverê bê lidarxistin.
Kurdên êzidî yên ku li Almanyayê dijîn bi navê “1’emîn Mîhrîcana Çarşema Serê Nîsanê” yekem car mîhrîcanekê li dar dixin. Ev mîhrîcan ji bo civaka êzidî xwedî cihekî gelekî taybet e. Ji ber ku Çarşema Serê Nîsanê ku wekî Çarşema Sor jî tê naskirin, her wiha yek ji cejnên herî girîng ên êzdiyan e. Ev cejn li gorî teqwîma îro roja çarşema piştî 13’ê nîsanê tê pîrozkirin. Lê mîhrîcan dê 20’ê nîsanê li bajarê Almanyayê li Hannoverê pêk were û ji aliyê Federasyona Komeleyên Êzdiyan (FKÊ) ve tê organîzekirin.
Komîteya amadekar a mîhrîcanê bernameyeke xurt amade kiriye. Di çarçoveya bernameya mîhrîcanê de Hunermendên wekî Hesen Şerîf, Tahsîn Xidir, Silbûs û Tarî, Dilgêş, Dilovan Silêman Rengîn, Marget-Rêzan-Zozan dê bi stranên xwe derkevin pêşberî beşdaran.
BANGA BEŞDARIYÊ
Êzdiyên li Almanyayê dijîn ji niha ve ketine nava kelecana mîhrîcanê. Li her deverê xebatên xurt tên meşandin. Komîteya amadekar a mîhrîcanê roja yekşemê civîna xwe pêk anî û amadekariyên xwe di ber çavan re derbas kir. Komîteyê biryar da ku hemû partî, sazî û dezgehên kurdan dawetî mîhrîcanê bike. Komîteya amadekar di civîna xwe de girîngiya beşdariyeke xurt vegot û xwest her êzidî û dostên xwe tevli mîhrîcanê bibin. Tê payîn ku bi hezaran êzidî û dostên xwe ji her devera Almanyayê tevli mîhrîcanê bibin.
CEJNA ÇARŞEMA SOR
Cejna Çarşema Sor, di çarşema dawî ya sala rojî (çarşema dawî ya sibatê) di nav neteweyên Arî yên Rojhilata Navîn de, ji wan jî kurd, bi pêxistina agir û rêûresmên taybet tê kirin. Lê di nav gelê kurd de, ew cejn tenê li rojhilatê Kurdistanê tê kirin. Êvara sêşemê li ser çarşema bê, kurdên rojhilatê Kurdistanê li cihên bilind û li qadan agir pêdixin û li dora wê şahiyê dikin, her wiha di ser agir de baz didin û dibêjin “Sorê te ji min û zerê min ji te.”
Cejna Çarşema Sor li Tacikistan, Efganistan û Îranê tê sazkirin. Lê di serdema Talîbanê de li Efganistanê hatibû qedexekirin. Çarşema Sor, cejnek ne taybet bi neteweyeke xuyanî ye, bi sedema kevinbûna vê cejnê jî dîrokek wê ya zelal nîn e. Nivîskar û rexnevan li Sine, Elî Eşref Serdarî, der barê vê cejnê de wiha dibêje: “Çarşema Sor bêhtir tiştek efsaneyî ye dîroka derketina wê vedigere gelên Mezopotamya, tew berî hatina gelên Arî li vê navçeyê.”
Bi nêrîna Elî Eşref Serdarî derketine vê cejnê vedigere 2 hezar 500 sal berî dîrokê, di pirtûka ‘Şahname’ ya helbestvanê farisî Firdewsî de hatiye behskirin. Li gor Şahnameyê paşayek îranî bi navê Keyomers dema ji çiyê vedigere di rê de marek tê ser riya wî û ew jî kevirekî davêje mar û kevir li kevirekî din dikeve agirê ku lê peyda dibe. Ew jî bû bingeha Çarşema Sor.
Lê nêrînek din jî heye ku dibîne Çarşema Sor haydarîkirina xelkê ye ji sala nû re, li gorî vê nêrînê heft rojan berî Newrozê hinek kes bi navê agirdadvan li bajar û gundan digeriyan û dema ku dibû tarî agir dadidan û heta roj derdiket nedihiştin agir bê vemirandin.