Yekemîn Jina Kurd a li Sowyeta berê Zanîngeh qedandiye

Yekemîn Jina Kurd a li Sowyeta berê Zanîngeh qedandiye

Gulîzera Tahirê Eliyê Tarê di 20'ê Îlona sala 1950 de li gundê navçeya Nasîsê yê bajarê Êrîvanê Nêjirliyê ji dayik dibe. Ew jî yek ji wan jinên li welatê xerîbiyê ji dayik bûye û mezin bûye ye. Di nav bêderfetiyên pir mezin de bi heskirina xwendinê ve xwe bi jiyanê ve girtiye. Bavê Gulîzer Tahirê Elî ewqas ji keça xwe hez dike ku tu cara dilê wê nahêle û Gulîzer çi dixwaze Apê Tahir bi kêfxweşî pêşwazî dike. Di wan salên ku Kurdên bûne penaber zêde nedixwend û li ser xwendinê zêde lêhurbûnek wan a xurt tinebûyî de Gulîzer xwendin ji xwe re kiriye armanc. Piştî dest bi dibistanê dike û şûn ve Gulîzer her roj zêdetir ji xwendinê hez dike û ev yek bala mamosteyê wê jî dikşîne. Di dibistana seretayî de Gulîzer, bi vê eleqeya mamoste xwe ji bo zarok û xwendinê bandor dibe û hîn di wan salan de ji xwe re soza ku mezin bibe ew ê jî wek mamosteyê xwe Cafer Qulî bibe mamoste û zarokan perwerde bike dide. Gulîzer xwedî li soza xwe derdikeve û di nav Kurdên li Sowyeta berê dijîn de dibe yekemîn jina zanîngeh qedandiye. Bi vê eşqa xwendinê Gulîzer pêşî li gelek keçên ciwan jî vedike. 

Gulîzer di sala 1967’an de dibistana amedeyî bi pileya 4.5 diqedîne û di zanîngehê de beşa mamosteyiyê dixwîne. Di sala 1971’an de Zaningehê bi awayekî serketî bi pileya 4.5 temam dike. Ji bo diplomaya momosteyî yê bigre Gulîzer li gundê Qerapilaxê salekê bi awayî stajyer xebat dide meşandin. Piştî dema stajyerî diqede êdî Gulîzer diplomaya ku bi salan xeyalê wê dikir bi dest xist dixe. 

Piştî diplomaya xwe digire Gulîzer dizewice û diçe bajarê Azerbaycan Bekûyê ji ber problemên îqamê û cîh nêzî salekê nikare mamostetiyê bike. Lê ew ji bo ku rojekê berê rojekê dest biçe rafê dibistanê û bi zarokan re mîna mamosteyê xwe hevaltiyê bike bi kelecanek mezin dixebite ku problemên xwe çareser bike. Piştî hemû pirsgirêk çareser dibin Gulîzer û hevjînê xwe diçin bajarê welatê Mangolya Ulan-bator û dest bi mamosteyî yê dike. 

Keça yekem a di nav Kurdên Sowyeta berê de zaningeh xwendî û bûye mamoste bi giştî sîh salî bi eşk û kêfxweşiyek mezin li bajarê Ulan-bator mamosteyiyê kiriye. Gulîzera Tahirê Eliyê Tarê dema ji me re qala jiyan û serpêhatiya xwe dike wan roja bi bîr tîne.  

‘BAVÊ MIN PÊŞIYA XWENDINA MIN VEKIR’

Gulîzer dema keçek biçûk bû xwendin xistiye serê xwe û dibêje bavê min jî dît ku ez ji xwendinê hez dikim pêşi li min negirt û ji bo ez bikaribim bîxwînim hemû tişt kir. Gulîzer ji me re wisa qala wan rojan dike; “Di wan salan de di nav Kurdên Sowyetê de zarokên keç bes dibistana seretayî dixwendin. Ev yek ji bo min jî wisa bû. Dema min dest dibistanê kir şûn ve nêrîna min û ya bavê min hat guhertin. Di dibistana seretayî de mamosteyê min ê bi navê Cafer Qulî bi xwendevanên xwe re pir baş dida û distan. Her wiha bi eşqeke mezin mamostetî dikir. Ji ber vê yekê ez bi mamosteyê xwe ve hatibûm girêdan û min jî wek wî bi eşqeke mezin dixwend û dersê xwe çêdikir. Bi demê re min ferq kir ku ez jî wek mamosteyê xwe dixwazim bibim mamoste. Hîn di wan salan de min di fikrê xwe xwendina zanîngehê û piştre mamosteyî ji xwe re wek armancekê danîbû. Bi demê re bavê min jî ferq kir ku ez dixwazim bixwînim û ji xwendinê hez dikim. Şensê min ê herî baş bawer dikim ew bû ku bavê min, min baş fêm dikir û heta dawî ji bo ez bixwînim ji min re bû piştgir.”

‘MIN MAMOSTEYÊ XWE MÎNAK DIGIRT’

Keça Kurd li welatê xerîbiyê dibistanê bi serketî diqedîne û bi pileyek baş zaningehê qezenç dike. Gulîzer dibêje ger mirov karekî bi dilê xwe bike wê demê serketin û encamgirtin jî gengaz dibe. Gulîzer wisa qalê dike: “Ji bo min dibistan ne tenê xwendin bû. Min bawer dikir ku ez ê bi ser bikevim. Her wiha pêwîst bû ku ez serketîbim. Ji ber bavê min jî ji min bawer dikir ji ber vê yekê pêwîst bû ku ez wî jî vala dernexim û baweriya wî neşkînim. Ji bo ez bixwînim û serketîbim hincetên min pir bûn.  Ji ber vê yekê di dibistanê de çi ji destê min dihat min dikir. Min di sala 1967’an de dibistana amedeyî bi pileya 4.5 temam kir û ji bo Enstûtiya Mamoteyî yê hatim qebûlkirin. Di sala 1971’an de dîsa bi pileya 4.5 min zanîngeh qedand. Ji bo ez diplomaya mamosteyî yê bigrim ji bo salekê ez çûm gundê Qerapilaxê piştî min ew jî serketî qedan êdî ez jî wek mamosteyê xwe Cafer Qulî bibûm mamoste. Dema min diploma girt şabûna xwe nikarim bi gotina bînim ser ziman. Ji bo min jiyan êdî nû destpê dikir. Jiyan nû li pêşiya min hebû êdî.”

30 SALÎ MAMOSTETÎ KIR Û BÛ PENABER

Gulîzer piştî zaningehê jî diqedîne dizewice û bi hevjînê xwe ve dikeve ser rêya bajarê Azerbaycan Bakûyê lê li vî bajarî ji ber hin probleman nikare mamosteyî yê bike. Sedama wê jî Gulîzer wisa bilêv bike. “Êdî ez mamoste bûm. Li cem me keç di emrê biçûk de dizewicin lê min heya dibistana xwe neqedan ez nezewicîm. Piştî dibistan temam bû li gor erf û adetên me ez jî zewicîm. Hevjînê min jî mirovekî baş û xwende ye. Wî jî dizanî ku ez dixwazim bixwînim û mamosteyî yê bikim. Piştî zewacê em çûn bajarê Azerbaycan Bakûyê. Ji ber pirsgirêkên nasnamê min nêzî salekê  nikarî kar bikim. Piştî çareserkirina hemû probleman em çûn bajarê welatê Mangolya Ulan-bator li vî bajarî 30 salî min mamosteyî kir. Di wan salan de ez bûm mamoste, min xewnên xwe êdî bi zindî jiyan dikir û bûm dayik.”

ŞERÊ QEREBAXÊ

Piştî 30 salî mamostetiyê li Bakûyê rewş tê guhertin. Gulîzer û hevjînê xwe ji ber şerê Qerabaxê koçî bajarê Kazakîstanê Almata û piştre jî koçî bajarê Rûsyayê Krasnodarê dikin.  Gulîzer wisa qala wan rojan dike; “Kurdên li Sowyetê jiyan dikin gelek welat guhertine. Ji Kurdistanê ji ber zilm û zordariya Osmaniya reviyane Ermenîstanê piştî ji Ermenîstanê her malbatek berê xwe da welatekî din. Me ji xwe re li Ulan-bator jiyanek avakiribû. Karê me bi rêk û pêk dimeşiya min mamosteyî hevjînê min jî dixebitî zarokan jî dixwend lê her çiqas jiyan ji bo me xweş be jî em ne yê vî welatîne û wê rojek were me ji vir dur bixin. Her wiha di dema şerê Qerabaxê de em neçar man ku koç bikin. Ev koçkirin ji bo me pir giran bû lê ji neçarî mirov carna hemû tiştî li pey xwe dihêle û diçe. Niha jî em li bajarê Krasnadarê ne. Li vir min di Otonomiya Çanda Kurd a bajarê Krasnodarê de demekê ders dida zarokên Kurdab lê ji ber mezinbûna temen û jiyanî niha wê jî nikarim bikin.”

JINA ZANE CIVAKA ZANE AVA DIKE

Gulîzer di axaftinê de dide xuyakirin ku pêwîste jin bixwînê û dibêje: “Malbat li ser têgihiştina jinê tê avakirin. Ger jin têgihîştî û zane be malbata xwe û zarokên xwe jî li gor wê perwede dike û mezin dike. Em bixwazin nexwazin jî di jiyana me de siyaset herdem bi me re ye û di rojeva me de ye. Ji ber vê yekê pêwîste ku jin jî di vî warî de xwedî fikir û zanyar be. Jina ku ji bûyerên derdora wê diqewimin agahdar dikare pozîtîf li jiyanê binere û li gor vê têgehê dikare xwe rêxistin bike.”

‘DI NAVA CIVAKA ME DE KEÇÊN XWENDE ZÊDE NÎNE’

Mamoste Gulîser dibêje civak li gor asta xwendina xwe zaneye û pêş ve diçe û got: “Ez dixwazim di nav me Kurdan de qedrê xwendinê bê girtin. Bi taybet ji bo keçan. Ji ber ku civaka me keçên xwe zêde nade xwendin ev jî teybetmendiyekî ne başe. Civak li gor asta xwendina xwe pêş dikeve. Ger beşekî girîng ê civakê nexwedî be wê demê civak jî li gorî tê xwestin bi pêş nakeve û zane nabe. Ez bi xwendina xwe serbilind im ez dixwazim hemû keçên Kurd jî wisa xwende û zane bin. Ger em zarokên xwe nedin xwendin û ji bo zane bibin pêşî li wan venekin wê civaka me nezan û feqîr bimîne. Lê dema ez dibêjim xwendin bila şaş neyê famkirin ji ber ku welatê me bindeste û em nikarin bi zamanê xwe yê dayikê perwerde bibînin dibe ku bi zimanê biyanî em perwerde dibînin lê pêwîste her Kurd xwe fêrî zimanê xwe yê dayikê jî bike û li gor derfeta li ser zimanê xwe yê dayikê jî perwerde bibîne. Encax em wisa dikarin zimanê xwe pêş bixin û bikin zimanekî navneteweyî.”

‘LI GORÎ PÊŞKETINA JINÊ CIVAK BI PÊŞ DIKEVE’

Ger derfet ji keçên Kurd re bê dayîn ji bo pêşketinê bi xwestek û zîrekin dibêje mamoste Gulîser û wiha axivî: “Keçên Kurd ger derfet jê re bêdayîn pir zane û bi hêze. Em dibînin keçê Kurd di her qadî de xwedî li erk û berpirsyarê xwe derdikeve. Pêwîste di nav civakê de jî pêşî ji wan re bê vekirin û ji bo xwendina bilind biqedînin derfet bê dayîn. Di temenê biçûk de zewicandin an go ji ber zexta civakê malbatê ku zarokê keç naşînin dibistanan pêwîste dev ji van emelê xwe berdin û ev nêzîkatiyên paşverû li peyxwe bihêlin. Pêşketina civakê bi pêşketina jinê ve girêdayî ye. Qasî jin di civakê de pêş dikeve civak jî ewqas pêş dikeve. Li vê qada me jî gelek malbat hene ku zarokên keç naşînin dibistana ev jî problemek mezine. Hin malbatên mijar famkirine û li gor wê tevdigerin hene lê gelek malbat hîn ev mijar baş famnekirine û pêşî li zarokên keç venakin.”

PERWERDE JI BO HER BEŞA CIVAKÊ PÊWÎST E

Mamoste Gulîzer di axaftinê xwe de diyar kir ku pêwîste di her beşê pîşeyî de Kurd xwe bi pêş bixin û dibêje;  “Bêgûman di nav ciwanên dixwînin de wê ciwanên xwediyê pîşeyên cûda cûda jî hebin. Dibe ku gelek ciwanên me bibin hunermend, lîstikvan, doktor, nivîskar, psikolog û hwd. Di civaka xwendî de ji her beşê kar mirov hene. Ev jî tê wateya ku ji bo civaka kurd li gor pêdiviyên xwe dikare xwe rêxistin bike. Lê ger ciwan nexwînin mixabin wê civak jî bê perwerde bimîne. Ji ber derfet ji keça re nayê dayîn xortên kurda jî zêde serê xwe bi xwendinê re naêşînin. Ger keç bixwînin wê xort jî bixwînin. Ev di dîyalektîka her civakê de wisa ye.” 

CIWAN DIKARIN XWE JI ASÎMÎLASYONÊ RIZGAR BIKIN

Li ser asimilasyona ku ciwanên Kurd di xerîbiyê de dijîn mamoste Gulîzer dibêje : “Di roja îro de ger mirov bixwaze xwe pêş bixe derfetên pir mezin hatine avakirin. Bi taybet ji bo ciwanan ev derfetên hatine avakrin pir girîng in ku baş bikar bînin dikarin xwe ji asîmilasyonê jî xelas bikin. Sedsala 21’an sedsala ilim û teknîkê ye. Di vê çaxa ku teknîk ketiye her malê de em bixwazin nexwazin jî bi van derfetên heyî zarokên me asimile dibin. Lê ger mirov bixwaze dikere pêşî li asîmilê bigire. Çawa? Çawa ku teknîk ji bo asîmîlebûna civakê tiştekî nebaşe her wiha ji bo civak xwe bi wê perwerde bike jî amûrek wiha başe. Ger mirov ev derfetê heyî baş bikar bîne dikare li gor çand û zamanê xwe li her qada ku mirov lê jiyan dike xwe û zarokê xwe pewerde bike. Ev dimîne li ser mirov bi xwe. Lê ji ber bi taybet kurdên me serê xwe zêde bi perwerdeyê naêşînin dibêjin em asîmîle dibin. Li gor min ev ne hincete. Niha li mala min bi xwe neviyên min dibistana Rûsya dixwîne dema ez bi wan re diaxifim ger bersiva min bi Rûsî didin ez qebûl nakim û ez dibêjim bi min re bi Kurdî biaxivin. Beriya her tiştî dayik gerek ziman li ser zarokê xwe ferz bike. Ev erka dayikê ye.”