'Yekane tişta nehatiye guhertin rastiya Rêbertî ye'

Siyasetmedarê Kurd Davût Ûtkûn ê di dema sefera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ber bi Kurdistanê ve di civîna li Dîlokê de amade bû diyar kir, felsefe û analîzên Ocalan ji aliyê derdorên serbixwe ve jî tên pejirandin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku hînê di emrê xwe yê zarokatiyê de bi qirkirina li ser gelê Kurd dihat ferzkirin hesiya, di dîroka Kurdan de bû yekane lîderê ku têkoşîna azadî û demokrasiyê bi rengekî herî demdirêj meşandiye. Ocalan bi têkoşîna ji bo mafê gelbûyînê yê gelê Kurd re, gelê Kurd bi tevahiya cîhanê da naskirin û bi têkoşîna xwe ya ji bo gelên bindest re di nava hiş û mejiyê hemû gelan de cih girt.

Siyasetmedarê Kurd Davût Ûtkûn ê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ma, ji ber endametiya tevgera PKK'ê di darbeya 1980'î de ji doza bingehîn a PKK'ê hat girtin û 20 salan di girtîgehê de hat ragirtin, xwedîderketina bi mîlyonan mirovî li Ocalan û 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan ji ANF'ê re nirxand.

'RÊBERTÎ DI SALA 1973'AN DE DEST BI LÊGERÎNA XWE YA SIYASÎ KIR'

Ûtkûn da xuyakirin, ku divê dîroka têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji destpêka lêgerîna wî ya siyasî ya li ser Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bê nirxandin û destnîşan kir, ku vê lêgerînê jî di sala 1973'an de destpê kiriye. Ûtkûn da zanîn, di sala 1973'an de piştî ku Mahîr Çayan û hevalên wî hatin înfazkirin, Denîz Gezmîş hat darvekirin, kesê ku nerazîbûna destpêkê ya civakî li zanîngehan li hemberî van qetilkirinan bi rêxistin kir Ocalan e û anî ziman, pêngava siyasî ya Ocalan bi vê demê re zelal bû. Ûtkûn ragihand, Ocalan di nava 7-8 mehên ragirtina li girtîgehê de serdemeke zelalbûnê derbas kir û got, "Rêbertî di nava vê dema kurt a dîlgirtinê de li ser mijarên; lêgerînên siyasî, rêxistinbûyîn, rewşa tevgerên li Tirkiyeyê, tevgerên karibin pê re bimeşin û hwd. kûr bû. Ev dema kurt a dîlgirtinê ji bo wî bû dema zelalbûn û biryardanê. Serdema dîlgirtinê ya navbera salên 73-74'an, ji bo Rêbertî bû dema zelalkirina pirsa 'wê çi bê kirin'. Rêbertî gihaşt wê encam û biryarê, ku rêbaza têkoşîn û rêxistinbûyînê ya çepa Tirk nikare bibe alternatîf û rêyeke pêngavî ya siyasî. Zelal bû ku ev rêbaza çepa Tirk nikare pêvajoyeke zor û zehmet a têkoşîna bi dehan salan rake. Bi vê pêşdîtin û zelaliyê re nebû parçeyekî ji şoreşgerên Tirkiyeyê û nêzîkatiyên çep ên heyî. Li şûna vê ji sifirê destpê kir, xwe bi awayekî cuda û li gorî cewhera xwe birêxistin kir, bingeha bîrdoziyê destnîşan kir û li ser çareseriyeke bi rêbaza xwegihandina gel, sekinî. Rêbertî têkoşîna azadî û çareseriya siyasî ya di sala 1973'an de da destpêkirin, ev 43 sal in bi awayekî çalak didomîne."

'DI NAVA PÊVAJOYA BIHURÎ DE YEKANE TIŞTA NEHAT GUHERTIN RASTIYA RÊBERTÎ YE'

Ûtkûn diyar kir, di nava 43 salên bihurî de Têkoşîna Azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya Ocalan ji gelek qonaxan derbas bûye û got, "Her qonax jî xwedî taybetmendiyên xweser in. Taybetmendiyên ji hev cuda hene. Pêvajoyên ewçend dagirtî ne, ku ji bo vegotina portreyekê yan jî bûyerekê, carna pêwîstî bi saetan, bi rojan bi salekê divê. Lê dema em li rastiya îro dinêrin; Rêbertî dîlgirtî ye. Ya herî xerab jî ew e; ev saleke tecrîdeke şidandî tê meşandin, pê re bi ti awayî têkilî nîne û fikar û gumanên mezin li ser rewşa wî hene."

Ûtkûn ragihand, nêzîkatiyên dîktatorî yên AKP û Serokkomar Erdogan rê li ber qutbûna hesta biratiyê vekiriye, kaos derxistiye holê û diyar kir, li pêşberî vê yekê yekane rastiya ku girîngiya wê qet kêm nebûye lêgerîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Ûtkûn axaftina xwe wiha dewam kir: "Êdî ne tenê gelê Kurd, hêzên serbixwe, yên bê alî û derdorên ku ji aliyê bîrdozî û siyasî ve ti pêwendiya xwe bi vî gelî re nîne dibêjin; yekane lêgerîna çareseriya vê kaosê Girava Îmraliyê ye. Di vir de jî em bi awayekî gelekî vekirî dibînin ku lêgerîna Rêbertî careke din derdikeve holê. Ji bo çareseriya pirsgirêkan işaretê bi Ocalan dikin. Lê belê rejîma AKP'ê û sîstem li hemberî vê helwesta 'sê meymûnan' nîşan dide. Hewl dide ji nedîtî ve were. Lê çiqasî ji nedîtî ve bên jî, êdî raya giştî ya hundir û derve bi wan bawer nakin."

'RÊBERTÎ DI RASTIYA XWE DE BI BIRYAR E'

Ûtkûn da zanîn, wî beriya salên 1980'î, berî û piştî partîbûyînê li Dîlokê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye û anî ziman, ku di dema sefera Kurdistanê ya ji Agirî destpê kir û li Dîlokê bi dawî bû de, yek ji civînên bi kadroyên herêmî re hat lidarxistin li Dîlokê pêk hat. Ûtkûn got, "Rêbertî di civînên bi me re de bawerî dida kadroyan, diyar dikir ku wê di tecrûbeykee zehmet re derbas bibin û dixwest kadro xwe ji bo maratoneke demdirêj amade bikin. Di vê çarçoveyê de Rêbertî perspektîfa xwe bi kadroyan re parve kir, ku xwe ji hemû fikarên malbatî û şexsî rizgar bikin û bi her awayî tevlî têkoşînê bibin. Aliyê balkêş ê Rêbertî israra wî ye. Di rastî û nêrîna xwe de israr dike, ev yek ji bo Rêbertî gelekî girîng e. Me di wê civînê de ev taybetmendiya wî dît. Wekî din di tespît û teşxîsê de aliyên wî yên xweser hene. Girîngiyê dide azadiya jinê."

PERSPEKTÎFÊN DI NAVA TECRÎDÊ DE

Ûtkûn bibîr xist, gelek perspektîfên Ocalan ên li ser mijarên ekolojî, azadiya jinê, sîstema hevserokatiyê, rêbaza rêveberiyên herêmî ya berfireh a demokratîk di roja îro de nayên redkirin û got, "Ev hemû berhem di encama analîz û tespîtên Rêbertî de derketin holê. Lewma Rêbertî gelekî balê dikişîne. Rêbertî ev saleke di nava tecrîdê de tê ragirtin, hemû rê û rêbazên têkiliya pê re hatine birîn. Kes nizane di nava vê demê de Rêbertî li ser kaosa heyî çi tespît kiriye. Em van nikarin bibînin û nikarin bifikirin. Ji bo vê kaosa ku weke çareserî jê re nîne, li ber destê Rêbertî ji sedî sed rêyên çareseriyê hene. Lê belê destûr bi têkiliya pê re nayê danîn. Rastiya rejîm û sîstemekê heye ku nahêle pê re têkilî bê danîn. Rastiya nayê guhertin; helwesta bi mîlyonan mirovan a ji bo Rêbertî ye. Gel aştîxwaz û demokratîk e. Ji xwe rojbûna Rêbertî jî di vê çarçoveyê de pîroz dike. Em dîsa li ber pîrozbahiyeke rojbûnê ye û dîsa bi sed hezaran kes xwe amade dikin biçin gundê Rêbertî û daxwaza azadiya Rêbertî bilêv bikin. Tevahiya cîhanê di nava çend salên dawî de dît, ku dema astengî neyê derxistin wê rojbûna Rêbertî di atmosfereke çawa de bê pîrozkirin. Di pîrozbahiyên mîna karnaval û festîvalê de gel dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re nîşan dida. Lewma, ji bo dawîanîna li şer û vê kaosê, wê gel careke din daxwaza azadiya Ocalan bike."

...