Yekane dibistana li Kobanê li gel derfetên kêm hewl dide perwerdeyê bide
Li Kobanê ya ji aliyê YPG/YPJ'ê ve hat azadkirin, bi pêşengiya 10 mamosteyan dibistana seretayî hat vekirin.
Li Kobanê ya ji aliyê YPG/YPJ'ê ve hat azadkirin, bi pêşengiya 10 mamosteyan dibistana seretayî hat vekirin.
Li Kobanê ya ji aliyê YPG/YPJ'ê ve hat azadkirin, bi pêşengiya 10 mamosteyan dibistana seretayî hat vekirin. Ji mamosteyên li dibistanana bi perwerdeya Kurdî ya 250 xwendekarî Rûken Mûhammed got, "Em hewl didin bi derfetên kêm, perwerdeyê bidin. Ji bo zarokên Kobaniyî ne bi psîkolojiya şer, bi perwerdeyeke pêwîstiya wan pê heye mezin bibin, em li benda alîkariya hemû sazî û mirovan e."
Li dû azadkirina navenda Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê, bi hezaran Kobaniyî li bajarê xwe vegeriyan. Bi awayekî komunal hewl tê dayîn bersiv ji pêwîstiyên welatiyên Kobanê re were dayîn. Gelê Kobanê, bi derfetên kêm hewl dide jiyana li bajêr ji nû ve ava bikin. Bi zêdebûna hejmara zarokên li bajêr vegeriyan re, xebatên perwerdeyê ji aliyê dildaran ve tê meşandin. Di çarçoveya vê xebatê de, bi hewldanên 10 mamosteyan li dibistanên bajêr ên beriya êrîşên çeteyên DAIŞ'ê perwerde didan re, dibisatana destpêkê ya piştî azadkirina bajêr hat vekirin. Ev dibistana seretayî ji 8 polan pêk tê û materyalên wê yên perwerdeyê jî yên ji dema beriya êrîşên DAIŞ'ê mane ye.
PERWERDEYA BI KURDÎ TÊ DAYÎN
Li dibistana bi navê Şehîd Osman perwerde ket hefteya xwe ya duyemîn. 250 zarok bi du dewreyan li vir perwerdeyê dibînin. Xwendekarên 7-10 salî sibehê, yên 11-15 alî jî danê nîvro perwerdeyê dibînin. Xwendekarên danê sibehê pewerdeyê dibînin dersên xwe yên Jiyan û Hawirdor, Matematîk, Perwerdeya Bedenê û Muzîkê bi Kurdî dibînin. Xwendekarên piştî nîvro perwerdeyê dibînin jî li gel Kurdî bi zimanên Erebî û Îngilîzî jî perwerdeyê dibînin.
Ji mamosteyên dibistanê Rûken Mûhammed diyar kir ku hemû saziyên perwerdeyê yên li bajêr ji ber êrîşên DAIŞ'ê hilweşiyane û got, "Ji bo zarokên ketine bin bandoreke giran a psîkolojiya şer, karibin zarokatiya xwe bijîn û perwerdeya xwe ya nîvco maye dewam bikin, me bi derfetên xwe re dibistan vekir." Mûhammed anî ziman ku bi derfetên kêm ew hewl didin perwerdeyê bidin û got, "Materyalên di destê me de gelekî kêm in. Ji bo zarokên Kobaniyî ne bi psîkolojiya şer, bi perwerdeyeke pêwîstiya wan pê heye mezin bibin, em li benda alîkariya hemû sazî û mirovan e."