'Yekane daxwaza wî azadiya Rêber Apo û Kurdistanê bû'

Cenazeyê şervanê YPG'ê Azad Çakar (Bager Radin) bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî hat veşartin. Bav Mehmet Çakar li merasîmê got, "Yekane daxwaza Azadê min azadiya Rêber Apo û Kurdistanê bû. Di vê oxirê de canê xwe feda kir."

Cenazeyê şervanê YPG'ê Azad Çakar (Bager Radin) bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî hat veşartin. Bav Mehmet Çakar li merasîmê got, "Yekane daxwaza Azadê min azadiya Rêber Apo û Kurdistanê bû. Di vê oxirê de canê xwe feda kir."

Cenazeyê şervanê YPG'ê Azad Çakar (Bager Radin) ê operasyona azadkirina Çiyayê Kizwanan a Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de roja 6'ê Gulanê jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê, ji bo were veşartin bi konvoyekê ber bi Edeneyê ve hat şandin. 

Konvoya cenaze li Xaçerêya Încîrlîkê ya li pêşiya Edeneyê ji aliyê bi seadn kesî ve bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin. Girseya gel cenazeyê Çakar anî mala malbata wî ya li Kolana Beşevler a Taxa Şakîrpaşayê. Piştî helaliya li malê, cenaze ji bo were veşartin bi konvoyê birin Goristana Kuçukoba.

Li Xaçerêya Karasû ya Taxa Daglioglû ya navçeya Seyhanê, konvoya cenaze ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. Girseya gel darbest hilgirt ser milan û ji vê derê ber bi Goristana Kuçukoba ve meşiya. Cenazeyê Çakar ê YPG'yî bi qîrîna dirûşmeyan hat veşartin.

Li dû veşartina cenaze ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna demokrasî û azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Bavê Çakar Mehmet Çakar li vir axaftineke kurt kir û got, "Daxwazeke bi tenê ya Azadê min hebû, ew jî azadiya Rêber Apo û Kurdistanê bû. Di vê oxirê de meşiya û canê xwe feda kir. Serê me hemûyan sax be." 

Piştre nameya Çakar ê YPG'yî nivîsandibû, ji aliyê ciwanekî ve hat xwendin.

Girseya gel li dû veşartina cenaze derbasî konê sersaxiyê yê li Taxa Ûçakê bû.