'Yekane alternatîf Ocalan e'

Ergîn Dogru diyar kir ku li ser armanca Komploya Navneteweyî hewl tê dayîn ku komplo di sala 17’an de jî bê berdewamkirin.

Hevserokê DBP’a Dêrsimê Ergîn Dogru 16. salvegera Komploya Navneteweyî nirxand û got: “Beyî Birêz Ocalan çareserî ne pêkane. Yekane rêbaz Birêz Ocalan e. Ocalan hêza îdeolojîk a gelê Rojhilata Navîn e. Azadiya Birêz Ocalan azadiya Rojhilata Navîn e.”

Ergîn Dogru diyar kir ku li ser armanca Komploya Navneteweyî hewl tê dayîn ku komplo di sala 17’an de jî bê berdewamkirin û got: “Hedefa sereke ya komployê ev e ku li Rojhilata Navîn hêzên emperyalîst û paşverûtiya Tirk bi hevkarî Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bikin û statuya koletiya Kurdan berdewam bikin. Bi vê armancê Birêz Ocalan ku di azadbûna Kurdan de kedek mezin da û pêşengî kir, hedef hat girtin û xwestin ji ser wî Kurdan tasfiye bikin. Birêz Ocalan bi sekn û projeyên xwe tasfiye vala derxist.”

Dogru anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev operasyona ku gelan bi hev didin şikandin vala derxistiye û got: “Emperyalîst û paşverûyên Tirk ji bo komplo berdewam bikin xebat meşandin, lê sekna Ocalan ev komplo vala derxist.Lîstikên li ser Kurdan û gelên Rojhilata Navîn vala tên derxistin.”

Dogru bi lêv kir ku têkoşîn û pevçûna îdeolojîk a di navbera paşverûtiya navneteweyî û têkoşîna azadiya Kurd de bi hemû xetên xwe berdewam dikin û got: “Tevgera Azadiya Kurd hemû lîstikên bi hemû zîhniyeta paşverû ya li ser gelên bindest pêk tê vala derdixe.

Hêzên navneteweyî bi kemîna ku li Birêz Ocalan ava kirin û komployê re xwestin tevgerek Kurd a bê Ocalan û rastiya gelekî ku bûye kole ferz bikin. Pêvajoya bê Birêz Ocalan jî bi xwe re komplo pêk anî. Hat dîtin ku ev pêvajo ne mimkun e û azadiya Birêz Ocalan ne azadiyek şexsî ye, azadiyek civakî ye. Dîtin ku Birêz Ocalan lîder û sembola bindest û Rojhilata Navîn e. Di pêvajoya komployê de bi çalakiyên ‘Hûn nekarin roja me tarî bikin’ bersivek mezin ji bo hêzên navneteweyî û Tirk hat dayîn. Yekana tercîha mîlyonan Birêz Ocalan bû.

Ger îro careke din di pêvajoya çareseriyê de berdewamî esas tê girtin, hatiye dîtin ku yekane tercîh Birêz Ocalan e, yekana hêz Ocalan e. Ocalan bûye hêviya gelên  Rojhilata Navîn û hemû bindestan. Em ê nîşanî dost, dijmin û her kesî bidin ku bêyî Birêz Ocalan çareserî ne pêkan e.”