Li Wan û Îdirê di serdegirtina malan de ji kesên hatin binçavkirin 23 kes derxistin dozgeriyê û 10 jê hatin girtin. Di nav kesên hatin girtin de Alîkara Şaredarê Îdirê Elîf Daggolê jî heye.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan di 26'ê mijdarê de li navenda Wan, navçey û bajarokan di ser gelek cihan de girtin. Polîsan di ser Nûnertiya DÎHA'yê ya Wanê, Nûnertiya Azadiya Welat, yekîneyên şaredariyê û gelek navnîşanên de hate girtin. Di serdegirtinan de 28 kes hatibûn binçavkirin û ji wan 16 kes duh derxistin dozgeriyê û hate derengî şevê karên îfadeyan berdewam kir. Piştî îfadeyên dozgeriyê 2 kes serbest hatin berdan û 14 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Piştî îfadeyên heta serê sibê berdewam kirin Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Wanê Fevziye Şîran, Seroka Meclîsa Giştî ya Wanê Semîra Varli, Endamê Meclîsa BDP'ê Huseyîn Dag, Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Îbrahîm Alkan, Ji Mamsoteyên Mala Piştgiriya Perwerdeyê Meral Gungor, Rêveberê MEYA-DER'ê yê berê Îshak Arslan, Rêveberê BDP'ê yê berê Îsmaîl Demîr û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Elbakê Selahattîn Bozkurt bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin û 6 kes jî serbest hatin berdan.
LI ÎDIRÊ 2 KES HATIN GIRTIN
Li Îdirê jî ji kesên hatin binçavkirin 16 kes piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Alîkara Şaredarê Îdirê Elîf Daggol, endamên Meclîsa Şaredariyê Gozel Onder, Ayşegul Yaşar, Endamê KCD'ê Hasan Safa, Endamê BDP'ê Sadik Onder, Endamê Meclîsa Şaredariya Halfelî Ahmet Saritaş û Xebatkarê Navenda Giştî yê BDP'ê Dogan Aydin duh li Erziromê derxistin dozgeriyê.
Piştî îfadeyên dozgeriyê 7 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeyên heta derengî şevê berdewam kirin Alîkara Şaredarê Îdirê Elîf Daggol û Xebatkarê Navenda Giştî ya BDP'ê Dogan Aydin ê ku li Dêrsimê hate binçavkirin bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin û 5 kes jî serbest hatin berdan.
Li bendêne ku 12 kesên li Wanê û 9 kesên li Îdirê yên di binçavan de îro derbixin dozgeriyê.