'Yê dikare vî şerî û kaosê biqedîne Ocalan e'
Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan bang li her kesî kir, ku tevlî pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan bibin.
Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan bang li her kesî kir, ku tevlî pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan bibin.
Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan da xuyakirin, ku şer ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve dikare bê qedandin û xwest, tecrîd derhal bê rakirin.
Biraziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan, pêvajoya heyî û tecrîd ji ANF'ê re nirxand.
Omer Ocalan bibîr xist, ku gelê Kurd di Newroza Amedê de bi xwedîderketina li Ocalan re careke din nîşan daye ku mûxatabê pirsgirêkê Ocalan e û anî ziman, lê belê desthilatdariya AKP'ê bi polîtîkayên xwe yên şer re li gelemperiya Kurdistan û Tirkiyeyê siyaset tevizandiye.
Omer Ocalan got, "Ji aliyê dîrokî ve, hûn li hemberî kê şer bikin, aştî jî bi wan re tê kirin. Yên li hemberî hev şer dikin, bi hev re aştiyê mor dikin. Li cihekî din lêgerîna li mûxatabekî din, bêwate ye. Dewleta Tirk û AKP di vî warî de di nava hewldanên bêhûde de ne."
'TÊKOŞÎNA GELÊ KURD WÊ BI SER KEVE'
Omer Ocalan diyar kir, Tirkiye ji bo li Rojhilata Navîn û cîhanê siyasetê bimeşîne, divê ewilî pirsgirêkên nava xwe çareser bike û got, "Dewleta Tirk û rejîma AKP'ê mixabin ev pirsgirêka dîrokî û bi salan ji nedîtî ve hat û di çarçoveya berjerwendiyên xwe de bi mejiyê yek netewe, yek dewlet, yek siyaset, yek ziman tevgeriya. Ji ber ku cihêrengî qebûl nekir, ket nava rewşeke giran a xitimandî. Lê hêviya me ji siberojê re heye. Di vê pêvajoyê de yên bindest, gelê Kurd û yên têkoşîna gelê Kurd dimeşînin wê bi ser kevin. Rast e; êşên giran tên kişandin. Lê ev roj wê bibihurin û piştî van rojan, yên ku ev zilm li gel kirin, wê berdêlekî giran bidin."
'MÛXABAT Û CIHÊ ÇARESERIYÊ OCALAN E'
Omer Ocalan axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Dema qala salên 90'î, qala darbeya 80'yî, şewitandina gundan, kuştina kiryar nediyar a 17 hezaran dikirin, digotin ku şaşîtî hatiye kirin. Piştî 10 salan, piştî 5 salan wê ji ber van kiryarên xwe yên sala 2015-2016'an poşman bibin. Mirina mirovan bi ti awayî xizmetê ji çareseriya pirsgirêkê re nake. Dijminatiyê mezintir dike. Pirsgirêkan kûrtir dike û dike ku nikaribe bên çareserkirin. Divê demek berî demekê bi aqilane tevbigerin. Mîna ku di Newroza Amedê de hat nîşandan, cihê çareseriyê Rêbertî ye. Ji bilî wî kes nikare vê pirsgirêkê çareser bike. Em bang li dewletê jî dikin; mûxatabê vê pirsgirêkê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalanl e. Ev pirsgirêk ancax bi wî re were çareserkirin. Gel mesaja xwe da û girîng e ev mesaj ji aliyê dewletê ve bê fêmkirin."
Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan herî dawî bang li her kesî kir, ku tevlî pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan bibin.