YBŞ-YJŞ'ê derbên giran li çeteyên êrîşî Medîbanê kirin dan

Hêzên YBŞ û YJŞ'ê derbeyên giran li çeteyên DAÎŞ'ê yên ku şevê din êrîşî gundê Medîbanê yê Şengalê kirin dan.

Hêzên YBŞ û YJŞ'ê derbeyên giran li çeteyên DAÎŞ'ê dan. Hêzên YBŞ û YJŞ'ê êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li hember gundê Medîbanê şkandin û bi dehan çeteyên DAIŞ'ê kuştin. Her wiha dest danîn li ser gelek cebilxaneyên çeteyan.

Piştî ku gundê Medîbanê ji çeteyê DAÎŞ'ê hat rizgarkirin, şervanên YBŞ'ê û YJŞ'ê hemû êrîşên çeteyan yên li hember wan şkandin. Çeteyên DAÎŞ'ê şevê din di saet 19:00'an de carekî din bi awayekî berferih êrîş kirin û bi bersivdayîna şervanên YBŞ-YJŞ'ê re şer û pevçûna bi wayekî dijwar heta saet 02:00'an berdewam kir.

Di şer û pevçûnên de, şervanên YBŞ'ê û YJŞ'ê derbên giran li çeteyan dan û bi dehan çete hatin kuştin. Di şerên de 52 çete hatin kuştin. Cenazeyê 43’ê çeteyan jî ketin destê hêzên me de. Li ser 15 çeteyên ku êlekên întixarî hebû hatin kuşit, hatin desteserkirin. Fermandariya YBŞ/YJŞ’ê diyar kir ku di şer de gelek çebilxane hatin desteserkirin. 

Cebilxaneyên ketin destê şevanên YBŞ- YJŞ wiha ne:

4 çeka B-7 

4 çeka BKC

3 çeka M-16

35 keleş

2 doçkayên 12,5 mm

3 cihazên destan

1 kepçeyek zirxî

1 panzer hat îmhakirin, gelek guleyên B-7 , bombe û gule ketin hatin desteserkirin.