BI DÎMEN

YBŞ: 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Fermandariya YBŞ'ê da xuyakirin, ku di şerê ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gundê Medîbanê de 6 çete hatine kuştin û gelek alavên leşkerî yên çeteyan hatine desteserkirin.

Fermandariya YBŞ'ê li ser şerê dawî yê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Fermandariyê ragihand, êvara 31'ê Adarê çeteyên DAIŞ'ê xwestin ji sê baskan ve êrîşî gundê Medîbanê bikin. Di daxuayniyê de hat gotin, "Hêzên me di cih de bersiv dan vê êrîşê. Di encama şerê saetekê de derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê hatin xistin. Ev êrîş bi temamî hat şikandin. Di şer de 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Her wiha 3 çeteyên AIŞ'ê birîndar bûn. Du ji van emîrên DAIŞ'ê ne."

YBŞ'ê da zanîn, di encama vî şerî de 2 maşînên zirxî yên Hammer hatine desteserkirin û maşîneke bombebarkirî hatiye rûxandin.

Çek û cebilxaneyên ketin destê YBŞ'ê bi vî rengî ne:

"2 maşînên zirxî yên Hammer
1 doçka ji 12,5'an
2 çekên BKC
2 heb B7
2 kalaşnîkov
û gelek fîşek û roket."

ŞERVANEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA

YBŞ'ê diyar kir, şervanekî wan ê berê birîndar bûbû jiyana xwe ji dest daye û got, "Hevrêyê me Rojhat Alî yê li gundê Medîbanê ku di de Pêngava Tolhildana Geliyê Şîlo de hat rizgarkirin birîndar bûbû, di 29'ê Adarê de li nexweşxaneyê şehîd ket û tevlî karwan şehîdan bû.

Hevrêyê Rojhat hevrêyekî me yê Tirk bû, ku piştî fermana li civaka me ya Êzidî rabû, bi berpirsyariya şoreşgerî û wijdanî ji bo biratiya gelan têdikoşiya. Ji roja tevlî nava refên YBŞ'ê bû heta niha, xwe ji ti fedekariyê venegerit, ji bo azadiya civaka me ya Êzidî û xaka pîroz têkoşiya û gihîşt şehadetê. Hevrê Rojhat dildarê biratiya gelan bû û bi têkoşîna gelên bindest re baweriya xwe bi azadiya Rojhilata Navîn hebû. Weke hevrêyên wî, em careke din soz didin ku em ê mîrateya wî bi ser bixînin."

NASNAMEYA ŞERVANÊ YBŞ'Ê

Nasnameya şervanê YBŞ'ê yê jiyana xwe ji dest da bi vî rengî ye:

Nasnav: Rojhat Alî
Nav paşnav: Ozgur Dayan
Dem û cihê ji dayikbûnê: 7'ê Îlona 1994 /  Stenbol
Navê Dayikê: Zelîha
Navê Bav: Alî

...