‘Ya ji sindoqê derket daxwaza jiyana azad bû’

Endama Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Rotînda Amed li ser encamên hilbijartinê, windakirina dengan a AKP’ê, serketina HDP’ê, êrîşên li dijî HDP’ê, temsiliyeta jinan a di meclîsê de û pêvajoya çareseriyê de axivî.

Endama Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Rotînda Amed li ser encamên hilbijartinê, windakirina dengan a AKP’ê, serketina HDP’ê, êrîşên li dijî HDP’ê, temsiliyeta jinan a di meclîsê de û pêvajoya çareseriyê de axivî.

Rotînda Amed diyar kir ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê di aliyê komara Tirkiyeyê de hilbijartina herî girîng û krîtîk bû û wiha got: “Sedemên vê zêde ne. Zehmetiyên wê jî zêde ne. Lê serketina wê tevî hemû sedeman girîng e. Vê nîşan daye ku tevî hemû zehmetiyan serketin bi derfetan pêkan e. Ez qezencên hilbijartinê dikarim wiha rêz bikim; A yekem: Nirxên di encama têkoşîna 40 salî de derketine holê di serî de malê gelê Kurd û hemû gelên Mezopotamyayê bûye. Ev jî bi saya keç û xortên qehreman û leheng ên vî gelî pêk hatiye. Yanî mirov dikare bêjen ku ev bûye wêneyê berdêlên giran û keda gelên di hawira newekhev de jiyane.

Ya duyem: sînor û qanûnên dij-dmeokratîk-faşîzan û yekparêz ên 12’ê Îlonê parçe bûne û li şûna vê deriyê destûreke bingehîn a hemû reng, ziman û neteweyan diparêze, vebûye. Ji bo guherîn ji bo partiyên bi îdîa derfet hatine dayîn. Her wiha ev tê wateya Tirkiyeyek demokratîk, avakirina xweseriya gelê Kurd û hemû gelan. Tê wateya parçebûna zîhniyeta netewe dewletê. Tê wateya zindîbûna dîrokê û avabûna neteweya demokratîk. Ger baş bê nirxandin û ji bo sozê hatibin dayîn bi  heman awayî têkoşîn bê meşandin wê demê çima em nebêjin Tirkiyeyek nû. Belkî ev zehmet be lê ne bê derfet e.

Ya sêyem: Bêguman ev serketin bûye serketina jinan. Di vê serketinê de bêguman bername û xeta HDP’ê ya ji bo azadiya jinê heye. HDP’ê bi bernameya pergala hevserokatiyê nîşan daye ku partiyeke jinê ye. Guherîna civakî bi serobinokirina statuya serdest a mêr a li jinan hatiye ferzkirin, pêkan e.

Serketiyê hilbijartinê bêguman HDP ya ku bi projeya xwe ya her kes girtiye nav xwe. Dîsa ev qezenç û serketin a mîmarê sereke yê projeyê ya Rêbertiyê ye. Rêbertiya me li dijî hemû newekheviyan ji bo gelên Tirkiyeyê bi projeya HDP’ê rê nîşan daye. Ji bo vê jî ev hem ji bo gelên Tirkiyeyê û hem jî ji bo gelên Kurdistanê bûye destpêk û rêyeke avakirina jiyana nû. Di hilbijartinan de hîmên jiyana nû hatine avêtin. Ji ber vê gelek karê ku bêkirin heye. Divê em xwe rêxistin bikin, ji bo qezencên xwe, xwe û îradeya xwe biparêzin û ji bo avakirina jiyana nû bixebitin.”

Rotînda Amed got, di 7’ê Hezîranê de zelal bû ku AKP’ê winda kiriye û got: “AKP’ê di desthilatdariya xwe ya 12 salan de komkujî, neheqî, nelêrêtî, bêhiqûqiya ku nekiriye, nemaye û êdî gel bêzar kiriye. Ji sindoqan jî peyamek ji sedî 10 windabûna dengan girtiye. Peyamên gel pir zelal bûn. Gel nîşan da ku wê çawa wan biavêjin selika çopê. Ji sedî 40’ê kesên dengên xwe dan AKP’ê ger helwesta rast a AKP’ê zanîbûna wê ev şans jî nedabûna. Lê di vê hilbijartinê de Kurdan peyamek baş da AKP’ê. Li hemû bajarê Kurdan AKP hat tinekirin. Piştî êrîşên li Amed, Erzirom, Çewlîkê, gel fîlmên AKP’ê dîtine û ji rêya şaş vegeriyane. Ji Kurdistanê AKP hatiye paqijkirin.

Li Agirî, Erzirom, Çewlîk û Amedê êrîş pêk anîn. Plan kirin ku wan bidin sekinandin û gel biçewisînin. Lê AKP bi xerabiyên xwe maye û ketiye kemîna ku wan danîbûn. Lê divê bê dîtin ku AKP wê bi van êrîşan sînor nemîne û divê li gorî vê helwest bê girtin û xweparastin bê kirin.

Planên Erdogan ên A-B-C negirt.  Ne bû serok û ne jî bû partiya yekem. Ne jî Kurd ji derveyî siyasetê man. Vê jî Erdogan têk bir, lê ew nedaye aliyekî. Ev encamên têkçûnê dibe ku du rojên din şûnde xwe li Amedê bi êrîşan derxîne holê. Têkçûyîn qebûl nekirine û dibe ku bi plana ku gelan bihev bidin şikandin bidomînin. Ji ber vê starta şer hatiye dayîn. Ji xwe ti carî di aliyê AKP û Erdogan de şer neqediyaye. Taktîka Erdogan bû sedema sê canî. Wê hewldanên bi vî rengî bidomin. Ev bûye peyama berdewamiya xwînmijiya Erdogan. Çawa Erdogan li Rojava destek da DAIŞ’ê û xwedî kir, îro li Amedê jî  heman destekê dide JÎTEM, DAIŞ û Hîzbullahê. Hestiyariya gelê me bêguman girîng e.  Lê ev têr nake. Kî li ku dijî bila bijî divê di meclîsan de cih bigirin û parastina xwe zanibe û bi rêxistin tevbigere. Me di sindoqan de diyar kir ku em Kurdistanek azad û Tirkiyeyek demokratîk dixwazin. Me îradeya xwe diyar kir. Heta me ji bo vê bi hezaran berdêla dan û em hîna jî didin. Em gelê Kurd ji şer natirsin. Ji bo parastina hebûna xwe em li her derê şer dikin. Vê jî her kes dizane.  Lê rêya em tercîh dikin, bi rêya siyasetê çareseriye. Lê li dijî êrîşan divê em li ser piyan bin, jiyana xwe rêxistin bikin û bikevin nava tevgerê.

AKP rêxistineke şer e. AKP wek berê niha jî ne navnîşana çareseriyê ye. Ancax bibe navnîşana şer û komkujiyê. Ji AKP’ê çareserî payîn,  ne rast e. Ger çareseriyek hebe jî  wê bi aktor û muxatabiya sekna îradeyî ya Rêbertî û Gelê me pêkan be.”

Rotînda Amed, bi lêv kir ku ew niha 3. Şerê Cîhanê dijîn û wiha berdewam kir: “Li Rojhilata Navîn xwîn diherike. Em her roj bi mirina sedan kesî hişyar dibin. Şer bi awayekî dijwar didome. Yê şer dimeşînin hêzên desthilatdar in. Em gelê Kurd bi salan e di şer de ne. Şerê Rojava şerê herî mezin ê Rojhilata Navîn e. Şerekî gel ê di nav şert û mercên bê derfet e didome ye. AKP parêzvanê herî baş ê netewe dewletê ye, destekvan û rêberê şerê li Rojava û Rojhilata Navîn tê meşandin e. Ji ber ku hat xwestin li Rojava bi pergala Kantonê re modela jiyanek nû bê afirandin AKP’ê dest bi êrîşan kir û xwedî li vî şerî derket. Ji ber vê jî heta ev hişê wan hebe wê şer bidome. Em hêzeke dînamîk a dixwazin çareseriyê pêk bînin. Ev îradeya me kesên xwedî van îdeolojiyan biçûk dike. Li vir jî planên pir alî tên kirin. Ji ber vê ev hilbijartin ji bo gelan bûye pêngavek girîng û îrade. Her ku ev feraset mezin bibe wê zîhniyeta şer jî biçûk bibe û parçe bibe.”

Rotînda Amed bal kişand ser temsiliyeta jinan a di meclîsê de wiha pê de çû: “Ji 550 kursiyî 97 jin in û ev li gorî min fiyasko ye. Tirkiye her çiqas bêje ez pêşde çûme jî, li gorî min di nava dewletê herî paşverû yên Rojhilata Navîn de cih digire. Nîvê civakê jin in û  lê di meclîsê de tabloyeke wisa şerma wê dewletê ye. Ev jî têr nake, weke ku tiştekî baş hatiye kirin di televîzyonan de dibêjin 97 jin ketine meclîsê. Rêjaya ji sedî 20 hatiye bidestxistin. Ev jî bi saya lîsteya HDP’ê pêk hat. Ger HDP neketiba meclîsê wê hejmara jinan pir kêm bûya. Ji ber jinên qezenç kirine, jinê di HDP’ê de cih girtine.”

Amed destnîşan kir ku di bin banê HDP’ê de ji her gelî mirov hene û got ku ew coş û kelecana vê dijîn. Amed wiha pêd eçû: “Kurd, Tirk, Ereb, Ermenî, Çerkez, Asûrî ketin meclîsê. Ev gelek bi wate ye. Divê ev derfet baş bê nirxandin. Divê 80 parlamenter peywira li pêş xwe bizanin û nirxên xwe biparêzin.

Wek tevger jî rol û rêya me pir zelal li pêş me ye. Em ê parastina keda Rêbertiya xwe û şehîdên xwe bikin. Beriya her tiştî em bi îdîane ku sala 2015’an bikin sala azadiya Rêbertiya xwe. Wê azadî qezenc bike.”