'Ya AKP jê ditirse wê pêk were, em ê bendê hilweşînin'

Hevserokatiya HDP'ê ya Wanê, bi kesên ji HEP'ê heta niha di di nava têkoşîna siyasî ya Kurd de li Wanê xebitîne, civînek bi navê 'Ji HEP'ê heta HDP'ê, Pireke Vejînê' lidar xist.

Hevserokatiya HDP'ê ya Wanê, bi kesên ji HEP'ê heta niha di di nava têkoşîna siyasî ya Kurd de li Wanê xebitîne, civînek bi navê  'Ji HEP'ê heta HDP'ê, Pireke Vejînê' lidar xist.

Di xwarina piştevaniyê de Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Nazmî Gur, Aysel Tûglûk, Hevserokên HDP'ê yên Wanê Derya Hayva, M. Veysî Dîlekçî, endamên partiyê û kesên ji HEP'ê û vir ve di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de cih girtine, amade bûn.

DÎLEKÇÎ: SERKETINA ME WÊ BANDORÊ LI ROJHILATA NAVÎN JÎ BIKE

Hevserokê HDP'ê yê Wanê M. Veysî Dîlekçî di axaftina xwe ya li kombûnê de got, "Ji ber hin sedeman hin mirov ji nava me veqetiyan. Ev tiştekî asayî ye. Dema mirov li hemû pêvajoyên şoreşê yên li cîhanê binêrin, ev tê dîtin. Lê belê çi dibe bila bibe dil û mejiyê me her tim bi hev re bi têkoşînê re bûn."
 
Dîlekçî got, "Heta ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û Kurdistan azad bibe û em bigihêjin serketinê divê em têbikoşin" û bal kişand ser hilbijartinên giştî. Dîlekçî got, "Ya AKP wê 400 parlamenterî derxîne û bi lîderiya Recey Tayyîp Erdogan dîktatoriyê îlan bike, yan jî bi rêbertiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re wê têkoşîna azadiyê bi ser bikeve. Lewma ev hilbijartin ji bo me hemûyan dîrokî ye. Bi ruhê berxwedana Kobanê ku yek ji mezintirîn serketinên sedsala 21'an e, wê di 7'ê Hezîranê de hêza gel ji sindoqê derkeve û li Tirkiyeyê yekemcar pêşî li desthilatdariya partiyeke azadîparêz vebe. Serketina em di 7'ê Hezîrana 2015'an de bi dest bixin, ne tenê li Kurdan wê bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn bike."

GUR: EM Ê BENDÊ HILWEŞÎNIN

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nazmî Gur jî da xuyakirin ku gelê Kurd bi dayîna berdêlan hatiye roja îro û got, "Berê em ewqasî bi rêxistinî nekarîbûn bihata cem hev. Niha mezintirîn salonên li Wanê têra me nakin. Gelê me zane bû. Êdî ti hêz nikare li pêşiya azadiya gelê me bibe asteng. Gelê me ku hemû rewşên cihêbûn, dilşikestînê danî aliyekî û li hev kom bû, hêviya me mezin dike. Bi vê hêzê re em ê bikevin hilbijartinên 7'ê Hezîranê. Em ê benda li pêşiya Kurdan hatiye danîn, hilweşînin. Ya ku AKP jê ditirse, ev e."