BI DÎMEN

'Xweserî dikare li gelek herêmên Tirkiyeyê jî bikeve meriyetê'

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven diyar kir, divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û Ocalan azad bibe.

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven diyar kir, divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û azad bibe.

Leyla Guven ku di 1. Kongreya Awarte ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de weke Hevserok hat hilbijartin, şerê topyekûn ê AKP'ê yê li Kurdistanê dimeşîne û karên xwe yên li hemberî vî şerî ji ANF'ê re nirxand.

Guven bal kişand ser rewşa awarte ya pêvajoyê û got, "Ji bo bersivê bide pêvajoya awarte, pêwîstî bi rêxistinbûyeke xurtir heye. Lewma me pêwîstî bi lidarxistin kongreya awarte dîtin."

'DEKLARASYONA JI 14 XALAN JI BO ÇARESERIYÊ GELEKÎ GIRÎNG E'

Guven deklarasyona KCD'ê ya ji 14 salan a ji bo Kurdistana Xweser a Demokratîk bibîr xist û diyar kir, vê deklarasyonê di nava raya giştî de deng veda.

Guven got, "Rayedarên dewletê bi taybetî jî yên AKP'ê, ji bo ev deng neyê bihîstin, ji bo ji aliyê gel ve bi xurtî neyê qebûlkirin, şer dijwar kirin û bi vî rengî bersiv dan. Weke pêkhateyên KCD'ê em ji vê bawer dikin; ew deklarasyon deklarasyoneke rast e û ji niha û pê ve jî em ê xebatên xwe di çarçoveya vê yekê de bidomînin. Di vê demê de netewe dewlet di rewşeke xitimandî de ye. Di rewşeke bi vî rengî de xweserî ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo gelek herêmên Tirkiyeyê sîstemeke dikare bi cih were anîn e. Sîstemeke hîn bêhtir wekhev û demokratîk a tevlîbûna gelan e. Lewma her çend KCD kongreyek li Kurdistanê jî be, wê ji bo rojava jî heta dawiyê li pişt vê deklarasyonê be. Hemû xalên deklarasyonê yek bi yek ji bo demokrasiya Tirkiyeyê û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk gelekî girîng in."

'EM Ê NEHÊLIN NASNAMEYA SÛRÊ TINE BIKIN'

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li ser talankirin û dagirkirina navçeya Amed Sûrê, ku AKP di bin navê 'cemawerîkirinê' de pêk tîne, ev nirxandin û hişyarî da:

"Li navçeyên ku bi qedexeya derketina derve re hilweşandine, niha bi konsepteke din re dixwazin nasnameya wan bajaran jî ji holê rakin. Em van hewldanan bi taybetî li Silopiya, Cizîr û Sûrê sibînin. Sûr dilê Amedê ye. Bi dîroka xwe ya 7 salan re Amed bi xwe ye. Yê bê Amedê eger Sûr nedîtibe, hingî Amed nedîtiye. Lewma di bin navê cemawerîkirinê de hewl didin nasnameya vê navçeyê ku koka dîrokî ya vî bajarî ye, ji holê rakin.

Weke KCD em ê bi hemû pêkhateyên xwe re li dijî vê derkevin. Gelê Amedê jî wê tiştekî bi vî rengî qebûl neke. Gelê Amedê wê li dagirtina Sûrê bi TOKI'yan û li hilweşandina avahiyên dîrokî temaşe neke. Em ê jî bi gelê Amedê re tevbigerin, li hemberî vê cemawerîkirinê derkevin û ti carî nehêlin nasnameya dîrokî ji holê were rakirin. Em ê tevî gelê Amedê, mafên xwe yên demokratîk di vê mijarê de heta dawiyê bi kar bînin."

'BIRÊZ OCALAN JI BO AŞTIYÊ XWEDÎ MÎSYONEKE GIRÎNG E'

Guven tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist û got, "Birêz Ocalan xwedî mîsyoneke gelekî girîng e. Em dizanin ku bi mîlyonan mirov wî weke vîna xwe qebûl dikin û bi sed hezaran mirov di rêya wî de mirinê jî didin ber çavên xwe. Mînaka vê ya herî şênber di dema komploya navneteweyî ya sala 99'an de hat dîtin, ku bi sedan mirovan bi armanca şermezarkirina komployê bedena xwe dan ber agir. Zêdeyî deh mîlyon mirovan bi îmzeya xwe re ragihandine ku ew Birêz Ocalan weke vîna xwe qebûl dike. Tevgera PKK'ê jî her tiştên Ocalan dibêje ji sedî sed qebûl dike û di vê çarçoveyê de plansaziya xwe amade dike. Em di wê baweriyê de ne Birêz Ocalan ji aliyê gelê Kurd ve ji bo nîşandana vîna aştiyê xwedî mîsyoneke gelekî girîng e. KCD kongreyeke sîwanî ye ku ji aliyê Birêz Ocalan ve beriya bi salan hat pêşniyarkirin û hemû gelên li Kurdistanê di nava xwe de vedihewîne. Birêz Ocalan mirovekî ku gelek tiştan zû dibîne ye. Dema mirov li realîteya Tirkiyeyê dinêrin, Rêberekî bi vî rengî zor tê dîtin."

'DIVÊ OCALAN AZAD BIBE'

Guven bal kişand ser 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ragihand, ku mîna bi hezaran mirovan ew ê jî li gundê Amara bin. 

Guven bibîr xist, ku Ocalan ê 17 sal in li hucreya yek kesî ya li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, timî projeyan ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd dafirîne û got, "Em dibêjin ev tecrîd li dijî mirovahiyê ye. Divê ev tecrîd derhal were rakirin. Lê ev jî têrê nake. Ne tenê rakirina tecrîdê, pêwîste Birêz Ocalan azad bibe."

Leyla Guven da xuyakirin, ku weke KCD ew di wê baweriyê de ne, divê Ocalan tavilê azad bibe û j bo pêkhatina aştiyê jî ev şert e. Guven destnîşan kir, hewldanên wan ên di vî warî de wê heta dawiyê bidomin.