Xweranegirtina dozgeriyê li Qada Azadiyê ya 4'ê Nîsanê
Dozgeriya Tirk a li Xelfetiyê, navê Qada Azadiyê ya 4'ê Nîsanê ku li parkeke navçeyê hatiye kirin, weke "propaganda rêxistinê" tabelayên parkê bi rêya polîsan rakir.
Dozgeriya Tirk a li Xelfetiyê, navê Qada Azadiyê ya 4'ê Nîsanê ku li parkeke navçeyê hatiye kirin, weke "propaganda rêxistinê" tabelayên parkê bi rêya polîsan rakir.
Xweranegirtina desthilatdariya AKP'ê ya li nirxên gelê Kurd bi rengekî bêhiqûqî her dewam dike. Xweranegirtina li navê parkeke li navçeya Riha Xelfetiyê, asta pêkanînên antî demokratîk ên li hemberî Kurdan radixe pêş çavan. Dozgeriya Tirk a li Xelfetiyê, ku ji navê Qada Azadiyê ya 4'ê Nîsanê yê parkeke navçeyê aciz e, bi îdîaya ku ev nav 'propaganda rêxistinê' dike tabelayên parkê ji şûna wan da rakirin.
Tevî ku ev herêm di bin berpirsyariya Şaredariya Xelfetiyê ya DBP'yî de ye, balkêş e ku der barê mijarê de agahî ji şaredariyê re nehatiye dayîn. Navê Qada Azadiyê ya 4'ê Nîsanê di sala 2014'an de bi biryara meclîsa şaredariyê hatibû wergirtin.
Li aliyê din, Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ku di destê AKP'ê de ye, ev bêhiqûqî ji xwe re weke firsendekê dît, xwe spart lêpirsîna dozgeriya li Xelfetê ya li hemberî Parka Qada Azadiyê ya 4'ê Nîsanê û ji bo vê qadê di çarçoveya Qanûna Bajarê Mezin de xesp bike, ket nava tevgerê.