Li zanîngeha Ataturk ya Erziromê xwendekarên kurd rastî êrîşa komeke nijadperestên Tirk hat û 4 jê giran birîndar bûn. Her wiha alozî li dibistanê didome.
Xwendekarên kurd yên li Zanîngeha Ataturk a Erziromê dixwînin, rastî êrîşa komeke nijadperestên ku din ava wan de esnaf, ciwanên partiyên siyasî jî hebûn, hatin.
Di encama êrîşê de 4 xwendekar bi giranî birîndar bûn. Di dema êrîşa di hundirê kampusê de pêk hat de polîs hatin û li şûna ku mudaxaleyê koma êrîşkar bike, gaza îsotê breda xwendekarên kurd. Aloziya piştî mudaxaleyê dest pê kir, didome û polîsan taxên ku kurd lê dimînin dorpêç kirin.