Xwendekar ji Cizîrê derxistin
Li Cizîrê hêzên dewletê, bi ser avahiya Komaleya Rojava de girtin û xwendekarên ji bo piştgiriyê hatine, derxistin derveyî navçeyê.
Li Cizîrê hêzên dewletê, bi ser avahiya Komaleya Rojava de girtin û xwendekarên ji bo piştgiriyê hatine, derxistin derveyî navçeyê.
Li Cizîrê hêzên dewleta Tirk bi ser avahiya Komaleya Piştgirî û Alîkariyê ya Rojava de girtin û xwendekarên ji bo piştgiryê hatine, derxistin derveyî navçeyê. Hêzên dewletê yên ku bi ser avahiya depoya komaleyê de girtin, xwendekarên ku koliyên alîkariyê amade dikirin xistin rêzê û yek bi yek di kontrola GBT’yê re derbas kirin. Piştî kontrola GBT’yê xwendekarên ku ji bo piştgiriyê hatibûn, derxistin derveyî navçeyê.
Weke hincet jî biryara Waliyê Şirnexê ya “Li bajar bi giştî tevgerkirin û aktîvîte qedexe ye” nîşan dan.