Xwediyên telefonên li Rihayê kuryetiyê ji çeteyan re dikin kî ne?
Ji belgeyên di operasyonan de ketin destê hêzên QSD û YPG'ê tê fêmkirin, çete bi rengekî organîzeyî di bin kontrola dewleta Tirk de derbasî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê didin.
Ji belgeyên di operasyonan de ketin destê hêzên QSD û YPG'ê tê fêmkirin, çete bi rengekî organîzeyî di bin kontrola dewleta Tirk de derbasî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê didin.
Ji belgeyên di operasyonan de ketin destê hêzên QSD û YPG'ê tê fêmkirin, çete ji Kazakîstan, Endonezya, Tacîkîstan, Rûsya û Ewropayê bi rengekî organîzeyî di bin kontrola dewleta Tirk de derbasî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê didin.
Ji belgeyên hatine bidestxistin tê fêmkirin, ku piştî Girê Spî ji aliyê YPG'ê ve hat rizgarkirin, dewleta Tirk bi israr hewl dide xeta Cerablûs-Ezazê di destê çeteyan de bihêle. Eşkere dibe ku deriyên gumrukê yên Cerablûs û Ezazê ji bo çeteyan weke deriyê li cîhanê vedibe, tê dîtin.
Li gorî agahiyên ji nava van belgeyan derketin holê, DAIŞ'ê di sînorên fermî yên dewleta Tirkiyeyê, di ser deriyê sînor ê Cerablûs-Karkamişê bi hezaran çete şandiye Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, di ser vê xetê re çeteyen birîndar ji bo tedawiyê şandiye Tirkiyeyê û ev herêm deriyê wan ê li cîhanê ye. Li ser van belgeya mohra Konseya Koçberiyê ya Cerablûsê heye.
Yek ji van belgeyan, nota bi amblema qaşo 'Dewleta Îslamî' û îmzeya Konseya Koçberiyê ya Cerablûsê ye, ku ji Ebû Mansûr re hatiye nivîsandin. Di vê notê de tê gotin, "Em du birayên xwe yên ji Endonezyayê ji we re dişînin. Navên birayên me Ebû Sead El Endonesî û Ebû Bera El Endonesî ne. Ev birayên me wê biçin Endonezyayê."
NAV Û NÛMARAYÊN TELEFONÊ YÊN LI LÎSTEYA JI NAVENDA RIHAYÊ, YÊN KÊ NE?
Ji van belgeyan her wiha tê fêmkirin, çeteyên DAIŞ'ê ji deriyên sînor ên Akçakale, Karkamiş û Oncupinarê transît debas bûne. Di nava van belgeya de lîsteyek hat dîtin, ku tê de nûmarayên telefonê yên kuryeyan, hejmara wan, lêçûnên wan ên piştî sala 2014'an cih digirin.
Di belgeya ku lîsteya kesên tevlî DAIŞ'ê bûne hatine nivîsandin de, tê nîşandan ku kesên bi rêyên bejahî û hewayî ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê xwe digihînin Riha û Dîlokê, bi rêya kuryeyan derbasî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê tên kirin.
Li gorî vê yekê, çeteyên xwe digihînin bajarên li ser sînor Riha, Dîlok û Kîlîsê bi nûmarayên telefonê yên Turk Telekom ên bi hejmara 053... destpê dikin, xwe digihînin kuryeyan û b rêya wan ji deriyên sînor ên Akçakale, Oncupinar, Karkamiş û di bin kontrola MÎT'ê de derbasî Rojava û Sûriyeyê dibin.
Ji vê lîsteya têkildarî sala 2014'a tê fêmkirini ku Riha di vî warî de weke navendê tê bikaranîn. Agahiyên li ser; kî tevlî DAIŞ'ê bûne, navên wan çi ne, ji ku hatine, çend kes hatine, nûmarayên telefonê yên têkiliyê û dema telefonkirinê di lîsteyê de cih digirin.
CIHÊ TÊKILIYÊ YÊ ÇETEYAN, RIHA
Çend ji mînakên belgeyên telefonên kuryeyan jî tê de hene, bi vî rengî ne:
Bi kuryeyekî çeteyan ê bi navê Lutfî re di 28.04.2014'an de bi rêya telefona 05365132884 li Stenbolê têkilî hatiye danîn û çete hatiye anîn. Bi kuryeya çete ya jin a bi navê Umreyan re di 28.04.2014'an de bi rêya telefona 05416215525 re têkilî hatiye danîn û ji balafirgeha Rihayê 3 kes hatine wergirtin. Bi kruyeyê çete yê binavê Ebû Mihemed re di 29.04.2014'an de bi rêya telefona 05389423931 re 6 çete ji balafirgeha Rihayê hatin wergirtin. Kesê ku navê wî nehatiye nivîsandin jî ji aliyê Ebû Şehat Tirkî ve ahtiye şandin. Ebû Mucehat Rûsî di 30.04.2014'an de 9 kes hatiye û bi lêgerîna li nûmaraya 05386036916 re ji otoggara Rihayê têkilî hatiye danîn. Kemal El Berîtanî di 30.04.2014'an de li nûmaraya 05535456825 geriya ye, têkilî daniye û 2 kes ji otogara Rihayê hatiye wergirtin. Di 01.05.2014'an de Awûstyayî (kod) bi nûmaraya 05395603472 re têkilî daniye û çete ji otogarê girtiye. Ev nav hemû di Belgeya-2 de cih digirin.
Di 01.05.2014'an de bi telefona 05397129307 li birayê Brîtanyayî hatiye gerîn û ji navenda Rihayê kesek hatiye wergirtin. Di 02.05.2014'an de bi telefona 05353083179 li Îsa Rûsî hatiye gerîn û ji otogarê çete hatine wergirtin. Ji nûmara 05386958581 li yê ji Lubnanê (kod) geriya ye û ji otogarê hatiye wergirtin. Di 06.05.2014'an de li birayê Tûnisî (kod) geriya ye û 4 kes ji otogara Dîlokê hatine wergirtin. Bi telefona 05512445952 li Ebû Enes ê ji aliyê Ebû Yahya Belçîkî ve hatiye şandin hatiye gerîn û ji otogara Rihayê hatiye wergirtin. Bi telefona 05393671135 li Rûsî (kod) hatiye gerîn û di 13:04.2014'an de ji otogara Rihayê 19 kes hatine wergirtin.
Di belgeyan de her wiha lêçûnên kuryeyan û mesrefên derbaskirina çeteyan bi berfirehî cih digirin.
BELGEYA FERMÎ YA LI SER TÊKILIYA DAIŞ Û EL NÛSRA
Çeteya El Nûsra ku Tirkiye bi taybetî xwedî lê derdikeve, bi belgeya derket holê re eşkere bû ku El Nûsra û DAIŞ hevparên hev in. Di vê belgeyê de her du rêxistinên çete, plansaziya şervanên xwe û amûrên xwe, bi hev re dikin. Di belgeyê de tê gotin, "Di 17.04.2014'an de Ebû Întîsar ê bi rêya telefona 05313968171 lê hatiye gerîn, divê tevî hevser û wesayîta xwe teslîmî Cephet El Nûsra bê kirin."
Di heman belgeyê de tê gotin, "Ebû Mûdar û Ehmed El Ensar ên xwediyê nûmaraya 05343308479 divê ji deriyê sînor ê Til Ebyadê bên wergirtin.