Xizmên windayan di çalakiyên xwe yên hefteyî de careke din daxwaz edaletê kirin û bal kişandin ser çalakiya li Edliyeya Stenbolê. Di çalakiya Amedê de li hemberî pîrozkirina Serokkomar û Serokwezîr a polîsên tevlî operasyonê bûn bertek hat nîşandan.
AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 321'an bi pankarta "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Parka Koşuyolu li dar xistin. Ligel rêveberên ÎHD'ê yên Amedê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de endamê Desteya Rêveber ê ÎHD'ê Prz. Muhterem Suren axivî û diyar kir ku 321'an hefte ne tên vir û li windayên xwe digerin û wiha got: "Ev 321 hefte ye em li windayên xwe digerin. Heta niha dewletê gelek kes li malan girtin û winda kirin. Hikûmeta AKP'ê kiryaran nadarizîne. Hûn jî dizanîn ku dewletê li Lîce 16 welatî qetil kirin. Dosyaya wan jî bi hinceta 'ewlehiyê' birin Îzmîrê. Dewlet kiryarên komkujiyê negirtin û doz berdewam dike."
Surên ani ziman ku di çalakiya li Edliyeya Stenbolê de ligel Dozger Mehmet Selîm Kîraz û 2 endamên DHKC'ê Şafak Yayla û Bahtiyar Dogruyol jiyana xwe ji dest dan jî Serokwezîr û Serokkomarê Tirkiyeyê ji ber operasyonê polîsan piroz kir û wiha axivi: "Ev ê nayê qebûlkirin. Serokwezir dibêje kî di çalakiyê de serê xwe girê bide em li hemberî wan toleransê nîşan nadin. Şevê din di seatên dereng de ji aliyê Serokkomarê Erdogan ve 'paketa ewlekariyê' hat erêkirin. Em dixwazin ku dewlet dest ji van polîtîkayan berde."
Rêveberê ÎHD'ê Prz. Abdullah Zeytun çîroka Muhyettin Taştekîn ê ku di 5'ê Tebaxê 1993'yan de li Mûşê hate windakirin vegot. Nivîsa kurê Taştekîn a têkildarî windakirina bavê xwe de şandî hat xwendin: "Di seat 21.30'an de 5-6 kesên ku di destê wan de çekê giran hebû û hatin mala me. Bavê min 60 salê bûn. Malê derxistin û birin baxçeyê mala me û qetil kirin. Berê qetilkirina wî ji aliyê polîsên sivîl ve her tim dihate şopandin. Bavê min welatparêz bû û ji aliyê welatiyan ve dihate hezkirin. Piştî bavê min hat qetilkirin du roj şûnde TRT'ê nûçeya bavê min ji aliyê PKK'ê ve hate înfazkirin weşand. Lê piştre PKK'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ti eleqeya wan bi bûyerê tineye."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan jî bi heman armancê li Kolana Gulîstanê çalakiya xwe ya hefteya 321'anin li dar xistin. Di çalakiyê de xizmên windayan pankarta, "Bila winda bên ditîn, kujer bên darizanadin" û wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin û hatin qetilkirin hilgirtin.
Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Mehmet Bagitir di çalakiyê de axivî û diyar kir ku heya dewleta Tirk hesab nede gelê Kurd wê li qadan bin û li edaletê bigerin. Bagatir bal kişand ser çalakiya li Edliyeya Stenbolê pêk hat û sedema çalakiyên wisa bêedaletiya dewletê ye.
Bagatir anî ziman ku di salên 90'an de gelê Kurd ji bo mafên xwe derketin qadan û lê ji aliyê dewletê ve rastî komkujiyan û îşkenceyan hatin. Bagatir da zanîn ku berpirsiyarê van komkujiya dewlet bi xwe ye.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûnşitinê pêk hat.
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî xizmên windayan û endamên ÎHD'ê jî bi heman armancê li Kolana Hunerê hatin cem hev û çalakiya xwe ya hefteyî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de çîroka Welat Şedal ê 10 salî yê ku di 25'ê Nîsana 2000'an de bi madeyên teqemeniyan a polîsan bi serdagirtina mal a li Taxa Ormanê hiştin, teqiya jiyana xwe ji dest da hate vegotin. Nivîsa Dayika Şedal Pîruze Şedal nivîsandî ji aliyê nûnerê ÎHD'ê yê Geverê Muhyettîn Unal ve hate xwendin. Di çalakiyê de çîrok bûyer çawa çêbû wiha hat vegotin: "Di 25'ê Nîsanê de polîsan hemû tax dorpêç kiribû û heya serê sibê li taxê man. Serê sibê zarokê min Welat bi hevalên xwe re çû qadê. Cihê zarok çûnê nêzî mala me û nuqteya polîsan bû. Seat di 13.00'an de ez derketim derve û min bang li Welat kir. Welat û hevalên wî ber bi min ve hatin. Dema 20 metre nêzî min bûn teqîn pêk hat. Ez bi lez çûm cihê teqînê. Min berê xwe dayê Welat û zarokên di nav xwînê de ne. Min Welatê xwe rakir lê destê wî yê çepê jêbibû û serê perçe bibû. Ji zarokên din jî Sîbel Şedal a 11 salî jî jiyana xwe ji dest dabû. 4 zarokên din jî bi giranî birîndar bibûn. Polîsên li hemberî malê hatin. Polîs ji min re got, 'Kê kir' min jî ji wan re got, 'We kir' Saetek şûnda walî hat cihê bûyerê. Dema walî pirsa kê kir, min jî jê re got, 'Nêzî nuqteya polîsan e û şevê din heya serê sibê polîsan tax dorpêç kiribû. Em bawer dikin ku ev bûyer ji aliyê polîsan ve hate kirin' Piştî Walî qeymeqam û midûrê polîsan jî hatin heman tişt pirsin min jî heman bersiv da."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
CIZÎR
Dayikên Şemiyê yên Cizîrê di çalakiya hefteya 328'emîn de aqûbeta Mehmet Omeroglu ku di sala 1994'an de ji hêla endamên JÎTEM'ê ve hatin binçavkirin û hate windakirin pirsî.
Li navçeya Cizîra Şirnexê, Dayikên Şemiyê ku her hefte ji bo xizmên xwe yên di salên 90'an de hatine qetilkirin û windakirin lêgerîna xwe ya edaletê didomînin, di hefteya 328'emîn de çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Şemiyê ku li Qada Hunerê li hatin cem hev, pankarta "Albuma şehîdan" ku wêneyên kesên hatine qetilkirin û windakirin hate vekirin û dayikan jî wêneyên xizmên xwe hilgirtin. Her wiha rêveberên MEYA-DER, ÎHD, KURDÎ-DER jî piştgiriyê dane çalakiyê. Her hefte ku serpêhatiya kesekî tê vegotin ev hefte jî serpêhatiya windakirina Mehmet Omeroglu ku di sala 1994'an de di Deriyê Xabûrê ya Silopî de ji hêla endamên JÎTEM'ê ve hat binçavkirin û careke din agahî jê nehatiye girtin, hat vegotin. Çîroka Omeroglu, birayê wî Salîh Omeroglu vegot. Omeroglu ku aqûbeta kekê xwe pirsî û wiha got: "Em bi salan e dixwazin kiryarên xizmên xwe bê dîtin. Lê em vê yekê her tim ji dijminên xwe dixwazin. Xuyaye ku dijminê me der barê vê mijarê de heta niha destê xwe jî nalebitandine. Em li vir bang li têkoşerên ku têkoşîna azadiya Kurd dimeşînin dikin. Li me xwedî derkevin, qatilên me jî diyarin û feraseta edaletê ya dewletê jî diyar e. Edaletê ji me re bînin." Omeroglu bang li Kurdên AKP'yî jî kir û ev tişt gotin: "We heta niha nasnameya xwe nas nekir. We bi dewletê re hevpariyê kir, lê divê êdî hûn nasnameya xwe nas bikin û bi xwe ve werin."
'TI BAWERÎ BI EDALETA DEWLETÊ RE NEMA YE'
Piştre Endama Şaxa ÎHD'ê ya Şirnexê parêzer Fîlîz Olmez axivî û diyar kir ku di "dewleta hiqûqê' de cînayet veşartî nemînin û da zanîn ku divê hemû cînayetên li hemberî mirovahiyê hatiye kirin ronî bibe û berpirsiyarên wan jî bên darizandin. Olmez destnîşan kir ku lê şûna vê yekê bikin gelek dozan di bin navê 20 sal derbas bûye ser dosyayan digirin û wiha got: "Ev yek jî li dijî 'dewleta hiqûqê ye'. Ev sûcên ku di salên 90'î de pêk hatine nehatine ronîkirin, ev jî di mirovan de baweriya li hemberî edaletê nehiştiye û bawerî bi edaleta dewletê nemaye."
Piştî axaftinan, 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat.