Xizmên windahiyan, li Amedê û Êlihê ji dewletê hesap pirsîn
Li Amed û Êlihê xizmên ku mirovên wan ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin û parêzvanên mafên mirovan lêgerîna edaletê berdewam dike.
Li Amed û Êlihê xizmên ku mirovên wan ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin û parêzvanên mafên mirovan lêgerîna edaletê berdewam dike.
Li Amed û Êlihê xizmên ku mirovên wan ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin û parêzvanên mafên mirovan lêgerîna edaletê berdewam dike. Di çalakiya li Amedê de, li hember Davûtoglû yê ku weke berpirsyarê qetlîaman tê dîtin û bertek hatin nîşanda, bal kişand ser gotinên Davûtoglû yên; “Em ê koka wan biqelînin, heta dawiyê em ê têkoşînê bimeşînin” bê wate bûne.
ÊLIH
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windahiyan di hefteya 373'an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” domandin. Çalakî li serê kolana Gulîstan li ber Abîdeya Mafê Mirovan pêk hat. Rêveberên ÎHD, xizmên windayan û gelek kes beşdar bûn. Di çalakiyê de wêneyên welatî û siyasetmedarên ji salên 1990’î û heta ro hatine windakirin hatin hildan. Li ser navê xizmên windayan Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Mehmet Bagatir destnîşan kir ku ew di hefteya 373’emîn de ji li qada dawaza edaletê dikin û ligel vê yekê hê jî winda ne hatine dîtin û got ku ji bo zêde winda çênebin daxwaz dikin ku şer bê rawestandin.
LI HEMBER BIRYARA ‘ÎSTÎMLAQKIRINÊ’ BERTEK
Piştî Bagatir, Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) û endamê ÎHD Mesût Aydin daxuyanî xwend û bal kişand ser pêvajoya şer a ku ji Tirmeha 2015’an ve hatiye destpêkirin û got ku di nav vê pêvajoyê de binpêkirina mafên mirovan ên giran pêk hatin û ji ber talankirinê koçberî çêbûye. Aydin li hember biryara “îstîmlaqkirinê” ya ji bo Sûr, Cizîr û Silopiyayê hatiye sitendin jî nerazîbûn nîşan da û got ku çawa qedexeyên derketina kolanan ne li ser rizaya gel hatiye sitendin ev biryara “îstîmlaqkirinê” jî ne bi riza gel hatiye sitendin. Aydin di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêkhatina aşîtî û çareseriyê û got ku ew bi hesreta aşîtiyê mane ku li ser vê axê hembêz bikin.
Daxuyanî bi çalakiyê rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.
AMED
Şaxa ÎHD'ya Amedê û xizmên windayan yên Amedê jî di hefteya 373'an de bi heman armancê çalakiya xwe berdewam kirin. Çalakî li Parqa Koşuyoluyê pêk hat. Gelek welatî û xizmên windahiyan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de weka her hefte wêneyên kesên ku hatiye windakirin û hatiye qetilkirin hat vekirin. Li ser navê malbatan Serokê Şaxa ÎHD'ya Amedê Racî Bîlîcî daxuyanî da. Bîlîcî diyar kir ku di hefteya 373'emîn de jî kiryarên wan bûyeran nehatiye dîtîn û wiha axivî: "Ev tişt bi destê dewletê hatiye plankirin. Heta ku kujer neyê dîtin û neyê darizandin em ê çalakiya xwe her hefte bidomînin."
Di hefteya 373'emîn de aqûbeta kesê bi navê Nazim Gulmez ku di sala 14 Kewçer 1994' an de li navçeya Dersîm Xozatê hatibû wendakirin hat xwendin. Çîroka Nazim Gulmez ji aliyê revebirê ÎHD'yê Emîn Ermîn ve hat xwendin.
Xizmên windayan piştî rûniştina 5 deqîqeyan belav bûn.