Xizmên nebediyan: Dixwazin qetilkirina Tarhîr Elçî binixûmînin

ÎHD’e û nas û xizmên nebediyan li Amedê lêgerîna xwe ya edaletê domandin. Di çalakiyê aqûbeta Hasan Ocak hate pirsîn, bal kişandin ku dixwazin li ser qetilkirina Tahîr Elçî binixûmînin.

Endamên Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û nas û xizmên kesên ku hatine nebedîkirin, heftiya 407’an bi mebesta ku li kesên ku hatin nebedîkirin bpirsin hatin cem hev. Di çalakiyê de li aqûbeta Hasan Ocak hate pirsîn ku 21’yê Adara 1995’an li Stenbolê hate binçavkirin û piştre hate nebedîkirin û cenazeyê wî li Goristana Bêkasean hate veşartin. Di çalakiyê de bal kişandin ser kuştina Tahir Elçî û hate gotin ku li gel ku salek di ser kuştina wî re derbas bûye jî ti geşedan çênebûye.

 ‘WEKE HEMÛ DOSYAYAN DIXWAZIN BINCIL BIKIN’

Parêzer Abdullah Zeytûn diyar kir têkildarî dosyaya Tahir Elçî 3 dozger guherî ne û got ,’’di van 6 mehên dawî de ti agahî ji bo parêzeran nehatiye dayin. Ango li ser dosyayê her çendî ti xefkirin nîn e jî dozger ewrqên li ser dosyayê û bi awayekî fiîlî mînakgirtina ji dosyayê sînordar dike’’

Zeytûn bi berdewamî got dozgeriyê bi awayekî teqez li ti kes û kesên gumanbar guhdar nekiriye û bi berdewamî diyar kir, weke gelek dosyayên ku li Kurdistanê em dosyaya Tahir Elçî de heman tiştî dijîn.

LI AQÛBETA HASAN OCAK HATE PIRSÎN

Piştî Abdullah Zeytûn Endamê Komîsyona Kesên ku Hatine nebedîrin ê ÎHD’ê Hasan Yalçin li aqûbeta Hasan Ocak pirsî ku 21’ê Adar 1995’an piştî ku li Stenbolê hate binçavkirin û piştre cinazeyê wî li goristana bêkesan hate veşartin.

Yalçin diyar kir Hasan Ocak bi nasnameya xwe ya sosyalîst dihate naskirin. 21ê Adara 1995’an ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Ew birin Midûrîyeta Têkoşîna Dij Terorê ya Stenbolê. Li vê derê ji hêla TÎM-3 ve ku Bayram Kartal li ser wan bû, bi êşkenceyê lêpirsîna wî hate kirin.’’

Yalçin bi berdewamî diyar kir, cinazeyê Ocak piştre li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê hatiye dîtin.