Xebatkarê DÎHA'yê hat binçavkirin

Xebatkarê DÎHA'yê Vedat Dag di encama serdegirtina mala xwe de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Xebatkarê DÎHA'yê Vedat Dag di encama serdegirtina mala xwe de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Li navçeya Amed Baglarê, polîsan û tîmên taybet avêtin ser mala nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Vedat Dag a li taxa Kaynartepeyê û Dag kirin binçavan. Di serdegirtina danê sibehê de, polîs li mala Dag geriya û paşê ew kirin binçavan. Polîsan Dag birin Şaxê Têkoşîna li dijî terorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.

Sedema binçavkirina Dag nehat zanîn. Li navenda bajêr tevgera polîsan dewam dike.