Li navçeya Geverê ya Colemêrgê xebatkarê Navenda Giştî yê BDP'ê Sînan Kaya hate binçavkirin.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Geverê li navenda navçeyê di ser kargeha bi navê Ak Merkezê de girtin. Di serdegirtinê de xebatkarê Navenda Giştî yê BDP'ê Sînan Kaya hate binçavkirin. Kaya birin Midûriyeta Polîsan ya Geverê û sedema binçavkirinê nehate zanîn.