Reşat Ozdîl piştî 31 salan hat berdan: Têkoşîn wê berdewam bike

Reşat Ozdîl 31 salan ku 3 caran jî serbest berdana wî hatibû taloqkirin, ji Girtîgeha Tekirdagê hat berdan. Ozdîl li Geverê ji aliyê gel ve bi coş hat pêşwazîkirin û got, “Heya gelê me bigihêje azadiya xwe, têkoşîn wê berdewam bike.”

Ozdîl di 12’ê Tîrmeha 2025’an de ji Girtîgeha Tîpa F a Ewlehîya Bilind ya Tekirdagê hat berdan û piştî 31 salan li Geverê ya Colemêrgê bi dirûşme, çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin.

Ozdîl, piştî salên dûr û dirêj ên di girtîgehê de wiha axivî: “31 salan ez di girtîgehê de girtî mam. Bêguman di nav vê têkoşînê de me her tim cihê xwe girt. Beriya girtinê û piştî girtinê wê wiha berdewam bike. Heta gelê me digihe mafên xwe yên bingehîn têkoşîna me wê berdewam bike.”

Piştî pêşwaziyê, Ozdîl bi konvoyeke qelebalix di nava dirûşman û çepikan de heya mala wî berdevam kir û li vê derê jî çoşa gel dom kir.

REŞAT OZDÎL KÎ YE?

Reşat Ozdîl di sala 1994’an de li Amedê hatibû binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Amedê ve hatibû darizandin û bi cezayê muebbetê hatibû cezakirin. Li girtîgehên Îskenderûn, Amasya, Sîncan û herî dawiyê jî li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind ya Tekirdagê hatibû girtin.

Ozdîl nêzî 17 salan li Girtîgeha Tekirdaxê ma. Cezayê wî di 12’ê Tîrmeha 2024’an de qediya, lê berdana wî ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê ve 3 caran hat taloqkirin. Bi hinceta “Bo tevlîbûna civakê ne amadeye” û ji ber redkirina “poşmaniyê” berdana wî 9 mehan hatibû paşxistin.