Wezareta Tirk nizane gora Şêx Seîd li kû ye!

Wezareta Tirk nizane gora Şêx Seîd li kû ye!

Wezîrê Navxweyî yê Tirk Muammer Guler bersiv da pirsnameya Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata a derbarê gorra rêber serhildana Kurdan Şêx Seîd ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû dardekirin û got: “Di Wezareta me de tu agahî û belgeyên derbarê vê mijarê de nehatine dîtin.”

Rêberê serhildana Kurdan a ku li Bakûrê Kurdistanê dest pê kir Şêx Seîd sala 1925’ê tevî 46 hevalên xwe ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dardekirin. Heta niha nayê zanîn ka Şêx Seîd û hevalên wî li kû hatine veşartin.

Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata 11’ê sibata 2013’ê mijarê biribû rojeva Meclîsê û ji Wezîrê Navxweyî yê Tirk ê weê demê Îdrîs Naîm Şahîn pirsîbû.

Wezîrê Navxweyî yê Tirk Mûammer Guler bi nivîskî bersiv da pirsanmeya Akat Ata û got: “Di Wezareta me de tu agahî û belgeyên derbarê vê mijarê de nehatine dîtin.”