Wezareta Peşmergeyan bang li Heşd El Şehbî kir: Ji Xurmatû derkevin
Wezareta Peşmergeyan bang li Heşd El Şehbî kir ku ji Xurmatû derkevin û kesên bêqanûnî çek rakirine radestî edaletê bikin.

Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê li ser şerê li Xurmatû daxuyaniyek da û ji hêzên Heşd El Şehbî xwest ku ji Xurmatû derkevin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hin kesên çekdar û provakator dixwazin di navbera pêkhateyên li Xurmatû de nakokiyan derxin.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên peşmerge û hêzên parastina Herêma Kurdistanê di dema şerê DAIŞ’ê û beriya wê jî erka parastina xelkê herêmê girtine ser milên xwe û wê erka xwe ya parastinê bi cih bînin.
Daxuyanî wiha berdewam dike: “Hin kesên çekdar ku ji derveyî qanûnan tevdigerin, di nava bajêr û li ser banê malan ji xwe re çeper çêkirine û dibin sedema têkbirina aramiya Xurmatûyê.
Em daxwaz ji yekîneyên birayên xwe yên Heşd El Şehbî dikin ku ji Xurmatû û derdora wê derkevin. Pêwîst e kesên tewanbar jî radestî dadgehê bikin. Erka me ya esasî şerê li dijî DAIŞ’ê ye. Em hebûna ti hêzek derveyî qanûnî li Xurmatû qebûl nakin ku aramiya bajêr têk bibe.”
Di şerê çend rojên dawî yê li Xurmatû de 5 efser, peşmergeyek û sê mirovên sivîl şehîd bûn. Rewşa bajêr di van seatan de hinekî aram e, lê belê hê jî gel nikare derkeve kolanan. Li taxên ku Tirkmen lê dimînin jî, car caran dengê çekan tê.