Wesayîtên zirxî yên li Nisêbînê hatin derbkirin

Li Nisêbîna ku berxwedan didome topbarana li ser taxan berdewam dike. Li taxên berxwedanê yên hatine dorpêçkirin şerên dijwar diqewimin, derbeyên giran ên ku wesayîtên zirxî yên ji taxan vedigere xwarine jî di nav dîmenan de cihê xwe girt.

Navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di bin topbarana giran de ye. Taxên Dîcle, Abdûlkadîrpaşa, Yenîşehîr, Firat, Kişla û Zeynelabîdîn ji aliyê bi dehan wesayîtên zirxî hatine dorpêçkirin, her wiha di bin bomberdûmanê de ne. Şer bi bersivdayina YPS û YPS-Jinê bi dijwarî dewam dikin, hêjayî gotinê ye ku wesayîtên zirxî yên ji taxan vedigeriyan jî derbeyên giran xwaribûn.

Li navçeya ku şerên dijwar lê diqewimin, li Taxa Abdûlkadîrpaşa teqînek mezin pêk hat. Ji taxa ku dûmanên zêde jê radibin hê ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.