Wesayîta rîngê ya girtî ji Amedê dibirin Girtîgeha Sîlîvriyê qulipî û di encamê de ji leşker û girtiyan 12 kes birîndar bûn.
Wesayîta veguhestinê ya bi plaqeya 34 BP 8960 ya di bin kontrola memûrê sivîl M.G.de ku girtî ji Amedê dibirin Girtîgeha Sîlîvriyê li devera Mazîkaran li ser rêya Qeyserî-Meletiyê qulipî. Di qezayê de ji ajovan û girtiyan S.Ç. (58), M.C.K. (35) serçawiş M.M.C (39), cendirme Y.B (21) û 6 leşkerên navên wan nehate zanîn û memûrekî sivîl birîndar bûn.
6 leşker û 2 memûrên sivîl yên di qezayê de sivîk birîndar bûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Gurunê li ser lingan hatin dermankirin, S.Ç, M.C.K, M.M.C. û Y.B. jî rakirin Nexweşxaneya Nimûne ya Sêwasê.
Hate hînbûn ku, derbarê bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.