Hate ragihandin ku, wesayîta neqla girtîgehê ku girtî ji Wanê vediguhestin Gumuşhaneyê li nêzî Agiriyê qeza kir û 19 kes birîndar bûn. Di nava birîndaran de 9 hikumxwarî jî hene.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, wesayîta ku 8 mehkum vediguhestin Girtîgeha Gumuşhaneyê li nêzî navçeya Zêdkan ya Agiriyê qeza kir. Di bûyerê de ajovan, 9 leşker û 9 mehkum birîndar bûn.
Tê gotin ku, rewşa hinek birîndaran girane.