Li navçeya Elbaka Wanê di encama qulipîna wesayîta leşkerî de 6 leşker birîndar bûn.
Wesayîta zirxî ya leşkerî ku li navçeya Elbakê li dewriyeyê digeriya, li nêzî gundê Kizilcayê kontrol winda kir û qulipî. Di qezayê de 6 leşkerên di wesayîtê de birîndar bûn.
Leşkerên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê, yên rewşa wan giran piştî mudaxeleya destpêkê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Herêmê ya Wanê kirin.