Wêrankirina xwezaya Kurdistanê di rojeva FCC’yê de ye

Wêrankirina xwezaya Kurdistanê di rojeva FCC’yê de ye

Yek ji rojevên Forûma Civakî ya Cîhanê (FCC) ku li Tûnisa ku raperîna gelan a bi navê “Bihara Ereban” lê dest pê kir, pêk tê, avakirina bendavên li ser çemên dîrokî yên Kurdistanê Firat û Dîcleyê bû.

FCC, roja 26’ê adarê bi meşeke mezin li Tûnisê dest pê kir û dê roja 30’ê adarê jî meşeke din bi dawî bibe.  Di  çalakiyên ku îro li Zanîngeha El Manarê ya pêk tên de mijarên çavkaniyên kanzayê û bendav û bandora wan li ser hawirdor û jiyana zindî hatin gotûbêjkirin.

Di gotûbêjan de, projeyên kanza û bendavan ên li Kurdistan, Iraq, Perû û Hindistanê hatin axaftin û bal kişandin ku pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye. Ji nunerên Hewldana Jiyandina Heskîfê ya Navneteweyî Ercan Ayboga destpêkê axivî û bi awayeke giştî agahî derbarê bandora bendavan a li ser xweza û jiyana zindî da. Ayboga destnîşan kir ku welatê herî zêde bendavan çêdike Çîn e û di nava rêza van welatan de Tirkiye û îran jî hene.

Ayboga ragihand ku derdora 10 milyon kes ji ber bendavan ji cih û warên xwe bûn û bal kişand ser bandora bûyerên nerênî yên koçberiyê yên li ser mirovan û got: “Li cihên ku bendav lê tên avakirin, li hawirdorê biyo-pirrengî tune dibe.”

BENDAV BANDORÊ LI GERMAHYA GLOBAL DIKIN

Ayboga ku bi gotinên “Ya herî girîng jî ew e ku ev rezerveyên avê bandorê li gremahiya global dikin” axaftina xwe domand got: “Evane bandoreke dramatîk li ser têkiliyên di navbera dewletan de dikin.”  Ayboga destnîşan kir ku di navbera Iraq û Tirkiyeyê de lihevnekirina li ser avê heye.

Ayboga bal kişand ser têkoşîna wan a li dijî bendavên li ser Firat û Dîcle tên avakirin û bi bîr xist ku xebatên bendava ku dê Heskîf di bin avê de bihêle berdewam dike. Ayboga got: “Me ji ber bendavan gelek robaran winda kir.  Ayboga diyar kir ku hukûmeta AKP’ê hemû hewldanên wan ên ji bo têkiliyên ji bo bendavan red dike û got ku ji bo bandorên li ser derdorê tu xebatek nayê kirin.

BENDAV KALÎTE Û HECMÊ AVÊ KÊM DIKE

Ji nunerên kampanyaya ji bo rizgarkirina çemên Firat û Dîcleyê Ebdul Selam taha jî diyar kir ku ew li dijî bendavên ku Tirkiye û Îran çêdikin têdikoşin. Taha destnîşan kir ku ji ber bendavên ji sedî 50’ê ava ku ji Îranê tê Iraqê kêm dibe û got: “Ev bendav kalîteya avê jî û hecmê avê jî kêm dikin.”

Tahan destnîşan kir ku ji ber bendavên li ser Firat û Dîcle tên çêkirin, bandoreke nerênî li ser Şat ul-Erebê jî çê dibe û got ku li herêmê li aliyeyê xwedîkirina ajalan û li aliyeke din jî debara çavkaniyên gel tune dibin.

AV TUNE BE JIYAN JÎ TUNE

Beşdareke ji Port Rikoyê jî diyar kir ku ew rewşa Tirkiye û Iraqê lêkolîn dike û got: “Ger av tune be jiyan jî tune. Ger jiyan bi dawî bibe, jixwe êdî dawî ye.”axaftvan diyar kir ku li Iraqê têkoşîna ji bo avê nû ye û got ku ji ber pirsgirêkên li welêt ev xebat zortir dibe. Her wiha bal kişand ku ji bo rizgarkirina Firat û Dîcleyê daxwazname dane UNESCO’yê.

Ji Yekitiya Mafan a Neteweyî ya Hindistanî Madhuresh diyar kir ku li ser çemek ê welatê wan 30 bendav hatine avakirinn û got ku hukûmet vê yekê weke “geşedanê” bi nav dike û got ku ew jî li hemberî vê yekê têdikoşin. Beşdarê Hindî destnîşan kir ku divê li hemberî bendavan têkoşîneke hevpar û navneteweyî bê pêşxistin  û xwest derbarê bandorên bendavana ên li ser jiyanê de lêpirsîn bê destpêkirin.