Wêneyên zarokên Mexmûrî li Salzbûrgê tên nîşandan

Li bajarê Awûstûrya Salzbûrgê, di çarçoveya çalakiyên çand û hunerê yên li Navenda Çandê ya Îtzlîng ABZ de, bi armanca piştgiriya bi wargeha penaberan a Mexmûrê re pêşangeha wêneyan hat vekirin.

Li bajarê Awûstûrya Salzbûrgê, di çarçoveya çalakiyên çand û hunerê yên li Navenda Çandê ya Îtzlîng ABZ de, bi armanca piştgiriya bi wargeha penaberan a Mexmûrê re pêşangeha wêneyan hat vekirin.

Bi beşdariya zêdeyî sed kesan, pêşangeh roja Înê saet di 16:00 de li Navenda Çandê ya Îtzlîng ABZ hat vekirin. Di vê merasîma vekirinê de Koma Govendê Vejîn, govenda ji gelek herêmên Kurdistanê pêşkêş kir.

Rêvebera Navenda Çandê ya Îtzlîng ABZ Marîa Sojer-Stanî li vir axivî û got, "Em gelekî pê kêfxweş in, ku wêneyên zarokên Mexmûrî li saziya xwe didin nîşandan." Stanî ji ber hewldana xwedîderketina li zarokên Mexmûrî û afirandina berhemên ewçend bedew di nava şert û mercên zehmet ên li wargehê de, ew pîroz kir.

Piştre sînevîzyonek ji karê Dibistana Wêneyan a Zarokan a Wargeha Mexmûrê hat nîşandan.

Pêşandan bi stranên Çagdaş Ozdemîr dewam kir.

50 wêneyên mamosteyê karê çandê û xwendekarên li Mexmûrê, wê di navbera 1'ê Nîsanê û 15'ê Gulanê de li Navenda Çandê ya Îtzlîng ABZ bên nîşandan.

...