Artêşa Tirk careke din herêmên sivîl ên Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Di encamê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn. Çapemeniya Tirk weke her carê got: “Kampên PKK’ê hatin bombebarankirin.”
Lê wêneyên ku ji aliyê nûçegihanên ANF’ê ve hatin kişandin aşkere dike ku ev ji rastiyê gelek dûr e. Ji ber parçebûna cenazeyan em tenê beşek ji wêneyan diweşînin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, balefirên şer ên artêşa Tirk şevê din saet di 00.00 de herêma Qendîlê ya Başûrê Kurdistanê gundên Meredo, Qeletûka, Zergele û Enzê bombebaran kir. Di encamê de li nêzî gundê Meredo yê li ser sînor, 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kesên din jî birîndar bûn.
Bombebaran heta saet 00.45’an berdewam kir. Di encama bombebaranê de kesên bi navê Mam Elî (45) yê ji gundê Bodolê yê Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê bavê sê zarokan e û Şepûl Loqman (19) yê ji gundê Zêvê yê Mehabadê ye jiyana xwe ji dest dan. Her wiha Ebûbekir Çeko (23) yê ji gundê Çeko yê Serdeştê û kesê bi navê Rêbaz ê ku paşnavê wî nehat zanîn ji Başûrê Kurdistanê ye bi giranî birîndar bûne. Hate ragihandin ku lingê kesê bi navê Rêbaz jê ve bûye.
Weke di dîmenan de jî tê dîtin, di encama bombebaranê de gelek sewalên wan telef bûne û agir bi zevî û baxçeyên derdorê ketine.
Artêşa Tirk bi hincetên bombebarankirina kampên PKK’ê, êrîşên xwe yên hewayî yên li dijî Başûrê Kurdistanê dîsa zêde kirin. Di êrîşên hewayî yên Tirk de xelkê sivîl zirarek mezin dibîne.
Bi taybet ji salên 2007’an ve hema bêje hemû rojan êrîşên topbaranê têne kirin, bi sedan êrîşên hewayî çêbûn. Di êrîşê de herî zêde gundî jê bandor bûn. Gelek sivîlan di êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dan.
5’ê îlonê roja çarşemê saet nêzî 23.00’an de li hemberî Qendîlê êrîş pêk hat û di êrîşê de li gundê Duwele du gundiyên ku navê wan nehat hînbûn birîndar bûn. Hate hînbûn ku yek ji van jin bû.
24’ê tebaxê jî balafirên şer gundê Silê û Surede ya Qendîlê bombebaran kiribû û du gundî birîndar bibûn. Her wiha cewlîgek mirişkan jî wêran bibû. 7 hezar mirişk û gelek pez telef bibû.
7’ê tebaxa 2011’an li gundê Kortek yê Qendîlê êrîş pêk hatibû ji malbatekî 4 jê zarok 7 kes hatibûn qetilkirin.