Welatiyê Kurd li cihê kar kuştî hate dîtin

Welatiyê Kurd li cihê kar kuştî hate dîtin

Li bajarê Kobanê welatiyê Kurd Mehmud Hebeş Berkel li cihê kar kuştî hate dîtin.

Li bajarê Kobanê welatiyê Kurd Mehmûd Hebeş Berkel li ser rêya di navbera gundê Helinc û Şêran de li cihê kar kuştî hate dîtin.

Li gorî agahiyên ku kurê Mehmûd Hebeş, Ehmed dane diyarkir ku, dema ku bavê wî li cihê kar nimêj dikir, bi alavekî tûj hatiye kuştin.

Kurê Hebeş, Ehmed destnîşan kir ku, ew nizane kê bavê wî kuştiye, bavê wî ji aliyê kesên ne nas ve hatiye kuştin û her wiha bang li hêzên asayîşê kir ku kujerên bavê wî bibînin û wan radestî dadgeha gel bikin.

Welatiyê Kurd Mehmûd Hebeş Berkel sala 1952 an li gundê Şêran yê bi ser Kobanê ve ji dayîk bûye.