Wekîlê Şaredarê Hezexê giran birîndar bû

Wekîlê Şaredarê Hezexê giran birîndar bû

Otomobîla meqam ya aydê şaredariya navçeya Hezex ya Şirnexê nêzî Amedê viraj negirt û bi dîwarê sînyalê dide yê TRT’ê ket. Di qezayê de wekîlê Şaredarê Hezexê Selahedîn Acar, hevjîn û kurê Şaredar Resûl Sadak yê girtî, Alîkarê Serokê BDP’a Şirnexê Yûsûf Ugûr û ajovan birîndar bûn. Hate ragihandin ku, rewşa wekîlê Şaredar Acar girane.

Qeza îro di demjimêrên sibehê de li ser rêya Amed-Mêrdîn li ser veqetina navçeya Bismilê pêkhat. Otomobîla meqam ya biplaqeya 73 KS 001 ya aydê Şaredariya Navçeya Hezexa Şirnexê ku Abdulqadir Bayram di ajot, ji ber sedema barîna baranê vîraj negirt û wesayît ji kontrola wî derket. Di qezayê de Wekîlê Şaredar Selahedîn Acar, Hevjîna şaredar Resûl Sadak ku di çarçoveya operayona KCK’ê de girtiye Fatma Sadak, kurê wî Botan Sadak, Alîkarê Serokê BDP’a Şirnexê Yûsûf Ugûr û ajovanê wesayîtê Abdulqadir Bayram birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxneya Lêkolîn û Perwerdeya Amedê. Hate diyarkirin ku, ji birîndaran rewşa Wekîlê Şaredarê Hezexê Selahedîn Acar girane. Acar piştî Resûl Sadak di operasyona KCK’ê de hate girtin, bibû wekîlê Şaredar.