Wekîlê Hevşaredarê Colemêrgê Cûşkon hate girtin

Wekîlê Hevşaredarê Colemêrgê Nazmî Cûşkon bi hinceta ku “Beşdarî daxuyaniya xwerêveberiyê bûye” hate girtin.

Wekîlê Hevşaredarê Colemêrgê Nazmî Cûşkon bi hinceta ku “Beşdarî daxuyaniya xwerêveberiyê bûye” hate girtin.

Wekîlê Hevşaredarê Colemêrgê Nazmî Cûşkon ji ber hinceta ku beşdarî daxuyaniya xwerêveberiya ku di 14’ê Tebaxê ya li Colemêrgê hate dayîn bûye hate binçavkirin, piştî karûbarên li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr, sewqî Edliyeya Colemêrgê hate kirin. Dozgerê ku îfadeya Cûşkon girt bi îdîaya ku “Yekîtî û Yekbûyîna dewletê xirakirin” sewqî dadgehê kir. Cûşkon ji aliyê dadgehê ve hate girtin û şand Girtîgeha Colemêrgê.