Wê starta Newrozê li Etmanek bê dayîn
Komîteya Amadekar a Newrozê ya Pirsûsê, tevayî gel dawetî gundê Etmanek ê li sînorê Kobanê kir ku wê starta Cejna Newrozê 17’ê Adarê li wir bê dayîn.

Starta pîrozbahiyên Newroz îsal wê li sînorê Kobanê bê dayîn. Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Pirsûsê, endamê Meclîsa Şaredariya Pirsûsê û endamên Komîteya Amedekar a Newrozê têkildarî pîrozbahiya Newrozê li avahiya DBP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Îbrahîm Ugurlu diyar kir ku ew ê 17'ê Adarê li gundê Etmanek ê li beramberî Taxa Kaniya Kurdan a Kobanê Newrozê pîroz bikin. Ugurlu anî ziman ku nûnerên kantonên Rojava, parlameterên HDP'ê, hevşaredarên herêmê, heyetên derveyî welat, Başûrê Kurdistanê, nûnerên partiyên siyasî û gelek kesên din wê tevlî pîrozbahiyê bibin û wiha got: "Em ê bi çoşa serketina bi Arîn Mîrxanan, Suphî Nejatan, Kader Ortakayayan û gelek şahidên li gundê Etmanekê Newrozê pîroz bikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin tevlî vê coşê bibin."
Ugurlu da zanîn ku piştî Newroza Amedê wê Newroza herî bêhempa li sînorê Kobanê pîroz bikin.