Wargeha Mexmûr: Em berxwedan zîndanan silav dikin

Wargeha Mexmûr: Em berxwedan zîndanan silav dikin

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem bi hezaran kesî bi meşeke mezin berxwedana li zîndanan silav kir û gotina “Em dibêjin hûn ne bi tenê ne ” piştgiriya xwe anîn ziman.

Li Wargeha Penaberan Şehîd Rûstem bi hezaran kesî bi meşeke mezin berxwedana li zîndanan silav kirin û slogana “Em dibêjin, Hûn ne bi tenê ne" qêriyan. Meş li ber deriyê Şaredariya Wargehê destpê kir û heta ber deriyê buroya Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan û dosyayek li ser navê Meclîsa Gel ya Demokratîk pêşkêşî Nûnerên NY hate kirin, her wiha li wir daxuyaniyek hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê alîkarê Hevserokê Meclîsa Gel ya Demokratîk Hecî Kaçan ve hate dayîn, di daxuyaniyê Hecî Kaçan ku çalakiyên greva birçîbûnê ya ji 12’ê îlonê ve ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PJAK’ê hatibû destpêkirin silav kir û wiha got: “Gelê me yê hêja weke tê zanîn, ev 55 rojin hevalên me di girêva birçîbûnê de ne, rewşa tenduristiya berxwedêran ne başe. Ji bo em piştgiriyê bidin çalakiya wan me li ser navê wargehê dosyayek pêşkêşî NY kir. Em dê hewl bidin ku dengê me bigehînin navenda NY û her aliyên cîhanê. Em ê piştgirî û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û Berxwedêrên zîndanan re bînin ziman. Dosyaya me ji sê xalên bingehîn hatiye amadekirin.”

Hecî Kaçan di berdewama axaftina xwe de da destnîşan kir ku, divê êdî pêkanînên li ser gelê Kurd, qirkirin, çewisandin, polîtikayên înkar û îmahayê bi dawî werin û wiha pêde çû: “Divê êdî Amerîka û Ewrûpa piştgiriya qirkirinê nekin. Divê ji Tirkiye û hevalbendê wê re ji bo qirkirin û tunekirina gelê Kurd re bêjin, ‘Êdî bese’. Gelê Kurd her roj di êşkenceyan re derbaz dibin, bi dehhezaran hevalên me bêsûc kirine girtigehan. Pêwîste Amerîka û Ewrûpa nebe şirikê qirkirina gelê Kurd. Ev 14 sale Rêber Apo di Girtigeha Îmraliyê de di bin şert û mercên zor û zehmet de tê girtin, di nava van şertên zor de têkoşînê dide. Ji ber ku Rêberê me li hemberî polîtikayên dewlata Tirk ên hovane serî netewand xistin nava tecrîdeke mezin û girankirî. Nahêlin parêzer hevdîtinê bi Rêberê me re bikin. Bila her kes zanibe ku, muxatabê gelê Kurd Rêber Apo ye. Çareseriya pirsgirêka Kurd Îmralî ye, heta Rêber Apo muxatab neyê girtin wê têkoşîna azadiya gelê Kurd berdewam bike û pirsgirêk çareser nebe. Pêwîste êdî dewlata Tirk guhên xwe baş veke, hevalên me di girtigehan de her roj ber bi mirinê ve diçin, ji bo pêşî li vê mirinê bê girtin divê şert û mercên wan pêk werin û bi Rêber Apo re hevdîtin çêbibin. Divê dewlet gav biavêji.”

Hecî Kaçan bal kişand ser polîtîkayên li ser wargehê jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Herî dawî dîsa çapemeniya Tirk her car derbarê wargehê de nûçeyên derew û çewt didin. Dixwazin gelê Wargehê ku bi ramanên Rêber Apo hatiye afirandin bi komplo û derewan belav bikin. Bila her kes baş zanibe ku lîstikên we tu caran bi ser nakevin. Di serî de NY, Amerîka û Ewrûpa divê nebin şirikê van derewan. Em ji bo azadiya xwe, zimanê xwe û nasnameya xwe penaber bûne, bila êdî tu derewên şaş li ser wargeha me nebêjin û wargeha me ji bo xwe nekin hedef.

Daxuyanî bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Zîndanan” bi dawî bû.