Walîtiyê navê Gome Dewrêş red kir

Daxwaza niştecihên Taxa Goma Dewrêş (Esentepe) ya Dêrsimê ya ji bo navê taxê wek “Gome Dewrêş” bê bikaranîn ji aliyê walîtiyê ve hat redkirin.

Daxwaza niştecihên Taxa Gome Dewrêş (Esentepe) ya Dêrsimê ya ji bo navê taxê wek “Gome Dewrêş” bê bikaranîn ji aliyê walîtiyê ve hat redkirin.

Niştecihên Taxa Esentepe (Gome Dewrêş) 13’ê Gulana 2015’an ji bo navê Taxa Esentepe wek Gome Dewrêş bê guhertin serî li Meclîsa Şaredariya Dêrsimê dan.

Meclîsa Şaredariya Dêrsimê daxwaza niştecihên taxê 10’ê Hezîrana 2015’an anîn rojeva meclîsê û bi piraniya dengan biryar girtin ku navê Taxa Esentepe bibe Goma Dewrêş. Biryar paşê şandin Walîtiya Dêrsimê. Walîtiyê biryara meclîsê red kir.