Li Yenîşehîra Amedê wesayîta vîncê ku blokên betonê dikişand avahiya qereqolê, li diwarê dibistanê qeliband û dîwarê dibistanê hilweşand. Dema dîwar ket, 2 zarok di bin de man û jiyana xwe ji dest dan. Zarokek jî bi giranî birîndar bû.
Li Taxa Ben û Sen a Yenîşehîra Amedê vîncê ku blokên betonê dikişand qereqola li pişt Dibistana Seretayî ya Turgut Ozalê dîwarê qereqolê hilweşand. 3 xwendekarên ji dibistanê derketin di bin dîwar de man. Di bûyerê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan û zarokek jî birîndar bû. Ambûlansa hat cihê bûyerê zarokê birîndar rakir nexweşxaneyê.
3 PLAKEYÊN CUDA LI SER VÎNCÊ HENE
Welatiyên hatin cihê bûyerê plaqeya vîncê jêkirin. Dema plaqeya vîncê jêkirin dîtin ku 3 plake li ser hev hatine zeliqandin. Piştî polîs hatin cihê bûyerê derdorê qada bûyerê şerîd kirin û ketina cihê bûyerê qedexe kir.