VADAY-DER: Li Mizgeftan propaganda DAIŞ'ê tê kirin
Serokê VADAY-DER Mûgdat Mîrekoglû da xuyakirin ku hin mele li mizgeft û girtîgehan di bin navê agahiyên olî de propaganda DAIŞ'ê dikin û banga hişyariyê kir.
Serokê VADAY-DER Mûgdat Mîrekoglû da xuyakirin ku hin mele li mizgeft û girtîgehan di bin navê agahiyên olî de propaganda DAIŞ'ê dikin û banga hişyariyê kir.
Serokê VADAY-DER Mûgdat Mîrekoglû da xuyakirin ku hin mele li mizgeft û girtîgehan di bin navê agahiyên olî de propaganda DAIŞ'ê dikin û banga hişyariyê kir.
Serokê Komeleya Piştevaniyê ya Oldaran a Wanê (VADAY-DER) Mûgdat Mîrekoglû, nûçeyên demên dawî yên radigihînin ku li girtîgehan propaganda DAIŞ'ê tê kirin û hin zarok ji bo tevlî DAIŞ'ê bibin tên teşwîqkirin, ji ANF'ê re nirxand.
'BI CEMAET, TERÎQET Û HIZBAN RE ÎSLAMIYET PARÇE PARÇE KIRIN'
Mîrekoglû da xuyakirin ku di rewşa heyî de hin derdora bi navê Îslamiyetê hin tiştên din vedibêjin û destnîşan kir ku di dîn de zordarî, rijandina xwînê, nirxandina li gorî bawerî, reng û nîjadê mirov, heram e.
Mîrekoglû diyar kir ku di bin navê Hûrafeyî de oleke nû tê afirandin û got, "Lê belê êdî rûyê wan ê rast derketiye holê. Bi awayekî zelal derket holê ku ji bo berjewendiyên xwe de mirovan çawa dixapînin, ayetên Kûranê ji bo pereyan çawa difiroşin. mirovên dijminê Îslamiyetê xwîna mirovên me mêjandin, ew talan kirin, xapandin. Ola Îslamê parçe parçe kirin. Bi cemaet, terîqet, hizb, weqf û komeleyên cuda re ev kirin. Ev kesên ji xwe re dibêjin oldar im, şervanê ol im, vîlayên wan, wesayîtên wan ên ji 800 hezar TL'yî hene. Ev pere ji ku tê? Îslamiyeteke bi vî rengî nîne. Îslamiyet Kûran-i Kerîm e, Îslamiyet seneda Hz. Mûhammed e."
'LI MIZGEFTAN ÎSLAMIYETA RASTÎ VENABÊJIN'
Mîrekoglû bang li meleyên ser bi diyanetê kir ku 'Îslamiyeta rasteqîn ji gel re vebêjin' û got, "Behsa şexs an jî qralan nekin. Destê xwe deynin ser wijdanê xwe û olê vebêjin. Zilma di van rojan de li jinan tê kirin, vebêjin. Her roj bi dehan jin rastî tecawizê tên, tên kuştin. Hûn çima van nînin ziman?"
'LI GIRTÎGEHAN PROPAGANDA DAIŞ'Ê TÊ KIRIN'
Mîrekoglû da zanîn ku li gorî agahiyên gihaştiye wan hin mele li girtîgehan, di bin navê agahiyên olî de propaganda DAIŞ'ê li zarokan dikin û got, "Vegotina Îslamiyetê tiştekî bedew e. Lê belê Îslamiyeta rastî vebêjin. Em ne li dijî vegotinên ku pesnê Îslamiyetê didin e, berevajî em destekê didin van vegotinan. Em ti baweriyê hedef nagirin û hurmetê nîşanî hemûyan didin. Lê belê mejiyê xwe yê sexte, xurafe û xapandinê venebêjin. Em vê qebûl nakin."
'SERKETINA KOBANÊ MAFEKÎ ÎSLAMÎ Û ÎNSANÎ YE'
Mîrekoglû serketina Kobanê jî nirxand û ev xal destnîşan kir: "Mafê gelê Kobanê bi dest xist û xaka xwe ji çeteyan paqij kir, mafekî Îslamî û însanî ye. Li gel vê yekê, weke oldaran em pêvajoya aştiyê jî destek dikin. Kurd dixwazin li ser axa xwe ya muqades bijîn. Ev yek jî mafekî ku Îslamê daye wan e. Di vê çarçoveyê de divê tevahiya raya giştî hişyar û hestyar be."