Ûslûgê HPG'yî li gundê xwe hate definkirin

Ji gerîllayên HPG'ê Serhat Ûslûg (Xebat Şoreş) ê ku di 1'ê Nîsanê de li navçeya Mûtkî ya Bedlîsê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Nîstê hate definkirin.

Ji gerîllayên HPG'ê Serhat Ûslûg (Xebat Şoreş) ê ku di 1'ê Nîsanê de li navçeya Mûtkî ya Bedlîsê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Nîstê hate definkirin. 

Ji 3 gerillayên HPG'ê yên di 1'ê Nîsanê de li navçeya Mûtkiyê ya Bedlîsê jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê Serhat Ûslûg (Xebat Şoreş) ji Saziya Tip a Edlî ya Meletî ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û û anîn navçeya Norşînê. Piştî wecibeyên olî, cenazeyê Ûslûg ji bo were defin kirin birin gundê Nîstê. Li gel bi sedan welatiyan parlamenterên HDP'ê yên Bedlîsê Mizgîn Irgat û Mahmût Celadet Gaydali jî tevlî merasîma cenazeyê bûn.

Cenazeyê Ûslûg li gund bi dirûşmên "Şehîd namirin" hate pêşwazî kirin û piştre li goristan gund hate definkirin.