Ûgûr Kaymaz ê 12 salî bi 13 guleyan bi bavê xwe Ahmet Kaymaz re li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin li ser gorên xwe hatin biranîn.
Ûgûr Kaymaz ê 12 salî bi 13 guleyan bi bavê xwe Ahmet Kaymaz re li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin di 8'emîn salvegera qetilkirinê de li ser gorrên xwe hatin bîranîn. Ligel malbata Kaymaz, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Qoserê Zeyat Agaoglu, Cîgirê Şaredarê Qoserê Haşîm Baday, MEYA-DER, TUHAD-DER, rêveberên BDP'ê û gelek welatî tevlî bîranînê bûn.
Welatiyên li ketina taxa Ataturkê hatin cem hev bi wêneyên Ûgûr Kaymaz û Ahmet Kaymaz û slogana "Şehîd namirin" heta ser gora Ûgûr Kaymaz meşiyan. Piştî rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Qoserê Zeyad Agaoglu axivî û diyar kir ku Ûgûr Kaymaz ê 12 salî bavê wî Ahmet Kaymaz ji aliyê polîsan ve li ber malê bi hovîtî hatin qetilkirin û di cîhanê de tiştekî wisa tune ye.
Agaoglu, anî ziman ku Serokwezîr Erdogan dibêje "Li Xazzeyê Îsraîl zarokan dikuje" û wiha got: "Ya niha Îsraîl dike Erdogan deh qat zêdetir li hemberî kurdan dike. Dema em berê xwe didin Roboskiyê tu ferqa wê ji Gazzeyê tuneye. Bila hemû kes bizane gelê kurd tu caran serî natewîn e. Hemû cîhan xistin dewrê lê çalakiya greva birçîbûnê xelas nekirin. Lê di nava saetekê de bi gotinekî Birêz Abdullah Ocalan çalakî bi dawî bû. Bila hemû kes bizane ku tenê rêberekî kurdan heye û bêyî wî tu çareserî pêk nayê."
Piştî axaftinan dua hatin kirin girse li ser goristanê veqetiya.