Ûca: Ocalan ji bo hemû gelan yekane deriyê ronahiyê ye
Ûca da xuyakirin, ku di her serdemê de girîngiya Ocalan derketiye holê û diyar kir, bi pêşengiya Ocalan ji bo her kes karibe bi ziman û nasnameya xwe bijîn, têkoşîneke mezin a vejînê tê meşandin.
HASAN YOLDAŞ
RIHA / ANF
pêncşem, 7 avrêlê 2016, 08:10
Ûca da xuyakirin, ku di her serdemê de girîngiya Ocalan derketiye holê û diyar kir, bi pêşengiya Ocalan ji bo her kes karibe bi ziman û nasnameya xwe bijîn, têkoşîneke mezin a vejînê tê meşandin.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca ji bo yekîtî, hevgirtin, demokrasî û azadiyê, ji bo gelê Kurd û hemû gelan bal kişand ser girîngiya rol û mîsyona Ocalan û destnîşan kir, ku Ocalan di her serdemê de bûye xwedî roleke girîng e.
Ûca diyar kir, ji bo her kes bi ziman û çanda xwe bijîn, bi pêşengiya Ocalan têkoşîneke mezin a vejînê tê meşandin û da zanîn, bi pêvajoya di sala 2013'an de bi pêşengiya Ocalan hat destpêkirin re, hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn bi hêvî û bendewariyeke mezin berê xwe dane Ocalan e.
Ûca işaret bi tecrîda şidadnî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û anî ziman, bi vê yekê re di şexsê Ocalan de li hemberî mirovên aştî û demokrasiyê dixwazin, bi taybetî li hemberî gelê Kurd îşkenceya 'spî' tê meşandin.
'OCALAN JI BO HEMÛ GELAN YEKANE DERIYÊ RONAHIYÊ YE'
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca da xuyakirin, ku tevî hemû astengiyan jî di 4'ê Nîsanê de li gundê Ocalan lê ji dayik bûye Amarayê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd hatiye pîrozkirin, daxwaza azadiya Ocalan hatiye bilêvkirin û ragihand, girîng e dewleta Tirk û rejîma AKP'ê jî vê mesajê baş fêm bike û bibîne.
Ûca got, "Pêwîste şaşîtiya ku bi tecrîdkirina Birêz Ocalan re kiriye tavilê biterikîne û bibîne ku divê li dora maseyê rûnê. Eger îro nebe, wê piştî 10 salan careke din bi Birêz Ocalan re li dora maseyê rûnên. Mirov dikarin girîngiya Birêz Ocalan di greva birçîbûnê ya mezin a sala 2012'an de bibînin. Her wiha girîngiya Ocalan di Newroza Amedê de tê dîtin, ku tevî atmosfera tirsê ya hat afirandin jî bi sed hezaran mirov lê civiyan. Birêz Ocalan ji bo tevahiya civakê û hemû gelan yekane deriyê ronahiyê ye."