Endamên TUYAD-DER'a Wanê û xizmên girtiyan bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnêya girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê kon vedan.
Çalakiya grava birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ve di 12'ê îlonê de dan destpêkirin berdewam dike. Endamên TUYAD-DER'a Wanê û xizmên girtiyan bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçînê li Parqa Feqiyê Teyran kon vedan. Xizmên girtiyan û endamên TUYAD-DER'ê serê sibe amûrên kon anîn.
Li dora konê hate vedan gelek polîsên sivîl radiwestin û kon ji aliyê endamên komeleyê û welatiyan ve hate vedan. Sekreterê TUYAD-DER'a Wanê Necmî Kalçik diyar kir ku, ew piştgiriyê didin daxwazên girtiyan û wiha got: "Em li ser daxwaza malbatên girtiyan kon vedidin." Kalçik anî ziman ku, divê raya giştî li hemberî çalakiya greva birçîbûnê bêden nemîne û rêxistinên demokratîk û gelê Wanê piştgiriyê bide çalakiyê.
Kalçik bang li hemû kesî kir ku, tevlî meşa bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê bibin.