Turkmen ê di êrîşa Amedê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da

Ji kesên di êrîşa bombeyî ya Amedê de birîndar bûn Alî Turkmen şevê din jiyana xwe ji dest da.

Ji kesên di êrîşa bombeyî ya Amedê de birîndar bûn Alî Turkmen şevê din jiyana xwe ji dest da.

Ji kesên di êrîşa bombeyî ya di 5'ê Hezîranê de li hemberî mîtînga HDP'ê pêk hat de birîndar bûn Alî Turkmen şevê din li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da. Piştî Turkmen jiyana xwe ji dest da hejmara kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan derketin 5 kesan.

Di êrîşê de Ramazan Yildiz, Necatî Kulur, Şehmuz Kaçan û Civan Arslan jiyana xwe ji dest dabûn.

Cenazeyê Turkmen piştî karên otopsiyê birin Morga Goristana Yenîkoyê. Cenazeyê Turkmen wê li Goristana Yenîkoyê bê definkirin.