Piştî ku destûra mitînga ku BDP’ê dixwest bi armanca piştgiriya ji bo greva birçîbûnê li Qada Batikenta Amedê li dar bixe, nehat dayin, polîsan êrîşê girseya gel kir. Piştî êrîş BDP’yî û şaredarên BDP’ê li ber avahiya Walîtiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. HevserokÊ KCD’ê Ahmet Turk got; “Er wisa biçe, em dê hemû bedena xwe bidin ber mirin."
Piştî êrîşa polîsên Tirk pevçûnên li navçeya navenda Amedê Rezan dest pê kirin berdewam dikin. Rayedarên KCD û BDP’ê xwestin bi walî re hevdîtin pêk bîne, lê destûr nehate dayin.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementerê Mêrdînê Ahmet Turk li ber walîtiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku waliyê Amedê mitîngê terorîze kir û got:"Dîmenên îro li vir ji yên Sûriyeya Esad jî xirabti in. Divê li hemberî hemû tiştên nerênî wijdan û aqlê mirov derbikeve pêş. Ger wisa berdewam bike, em ê li gel hevalên xwe ji bo pêşîlêgirtinên di girtîgehan de, bedena xwe bidin ber mirinê. ''
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî axaftinek kir û diyar kir ku her ku li derve mirin çêdibin û da zanîn ku ji ev mirin çênebin, ew meş û mitîgan li dar dixin û wiha axivî:
"Ji bo ev grevên birçîbûnê bi mirinan bi encam nebin, em helw didin ku bi rêbazên demokratîk bikevin dewrê. Îro li Amedê rêveberiya awerte û dîmenên darbeyê hene. Divê em van mirinan rawestinin. Em ê li hemberî hemû pêngavên erênî, pêngavên pozîtîf biavêjin. Divê hukûmet ji bo daxwazan nerm be. Ne weke ku serokwezîr gotiye, tu şow tune ye, jiyana mirovan heye. Divê serokwezîr vê usluba xwe biguherîne. Heta rêyên siyaseta demokratîk vekirî bin, mirov dikare pêşî li mirinan jî bigire. Tu şantaj tune ye. Pirsgirêkek sedsalan heye. Ger yên di greva birçîbûnê de biryarek ewqas cidî dabin, divê her kes careke din bifikire. Em nêzîkatiya li hemberî daxuyaniya çapemeniyê dibînin. Divê serokwezîr cidî nêzî meseleyê bibe. Divê neke amûra siyasetê. Ger me îro li Amedê mitîng pêk bianiya, dê peyamek nêzî çareseriyê bihata dayin. Li holê tu bazarî tune ye, canê mirovan heye. Em amade ne ku alîkarî bidin hukûmeta ku xwe hinek wêrektir bike. Lê ev rêbaz ne rast e. Divê mirov bikarin mitîng û meşan li dar bixin.”