Tûncel: Min nexwest bikevim nava qalibê meclîsê

Tûncel der barê rojên xwe yên li Meclîsê de got, "Min nexwest bikevim nava qalibê meclîsê û parlamenteriyê" û ev xal destnîşan kir: Parlamenterî qediya lê têkoşîn ne qediya. Ev hînê destpêke, têkoşîn dewam dike.

Sebahat Tûncel a du serdeman parlamenterî kir, rojên xwe yên li Meclîsê vegot. Tûncel got, de got, "Min nexwest bikevim nava qalibê meclîsê û parlamenteriyê" û ev xal destnîşan kir: Parlamenterî qediya lê têkoşîn ne qediya. Ev hînê destpêke, têkoşîn dewam dike.

Du serdemên parlamenteriyê bi çi rengî derbas bûn? Bi çi rengî li hemberî êrîşên zayendîparêz derket? Ti carî bêçare ma? Jiyana wê ya rojane bi çi rengî guherî? Ket nava qalibê meclîsê? Eşqê bi çi rengî pênase dike? Wê ji niha û pê ve çi bike?

Tûncel, li mala xwe bersiv da van pirsan. Da xuyakirin ku bêyî bikeve nava qalibê meclîsê û parlamenteriyê, parlamenterî kiriye û got, "Têkoşîna min a şoreşgerî dewam dike. Ev destpêk bû, wê hînê dewam bike."

Tûncel bal kişand ser du serdemên parlamenteriya xwe û got: "Ji aliyê têkoşîna jinê ve tecrûbeyên girîng hatin bidestxistin. Ez di nava siyaseta şoreşger de me. Jiyana min her tim li kolanan ji bo azadiya jinê derbas bû. Tevî vê ji bo azadiya gelê Kurd jî têkoşîna min berdewam kir. Parlament ji bo ev bê dîtin, zemînek baş bû. Di dema destpêkê de bi 8 parlamenterên jin, di dema duyem jî bi 11 parlamenterên jin re em meşiyan. Pergala parlamenteriyê ne her tişt e, lê di alî mudaxalekirina qanûnan de, di alî gotinê û di civînan de polîtîkayên partiyê vegotin, girîng bû. Me berê li kolan û ber deriyên meclîsan çalakî dikir. Vê carê me li meclîsê hewl da. Me têkiliya kolan û meclîsê qet ji hev qut nekir. Di wan rojan de me polîtîkayên KJA’yê di meclîsê de kir rojev. Me bandora vê pir dît."

SALA EWIL JI BO MIN ZEHMET BÛ

Tûncel da zanîn ku ji aliyê wê ve, demeke ku derfetên xurt derketiye holê bûye û wiha berdewam kir: "Weke jineke şoreşger, piştî pêvajoya girtîgehê min di nava 550 kesî de cih girt. Wê demê min xwe di bin zextê de hîs dikir.  Ez di girtîgehê de bûm, kampanya hevalên min meşand. Min xwe li pêşberî gel berpirsyar dît. Min di parlamentê de jî ev hîs kir. Sala ewil ji bo min zehmet bû. Çapemeniyê her tim dixwest bikişîne aliyekî din. Dixwestin bikin magazînî. Mirov wek berê azad nabin. Mirov  her tim li pêş çavan e.  Min her tim di alî kolektîf de li vê dinêrt. Me wek nûnerên tevgera jinan divê her tim polîtîkayên em diafirînin divê çawa bê temsîlkirin, fikirî. Min li vî alî mêze kir.  Ez êdî ne Sehabata berê bûm. Bibûm Sebahat Tûncel. Di 8 salan de ez miroveke çiqas sertim, hat nîşandan. Mirovên ez li kolanê didîtim, digotin ti ne wek ya televîzyonê ye.

Ez pir bi vê re li rû hev hatim. Digotin weke di televîzyonê de tê nîşandan nînî.  Çapemeniyê em her tim şaş nîşan dan. Ji bo modela rola jina azad ji aliyê civakê ve neyê qebûlkirin, ji Aysel Tûglûkê heta Emîne Ayna hemû jin negatîf nîşan dan. Zêdetir jin di rojêvê de man. Tiştên jinan kirin ji aliyê pergalê ve hatin lêpirsînkirin. Çapemeniya alîgir negatîf nîşan da. Jin ji ber vê her tim rastî êrîşan hatin. Mirov neçarin bikevin qaliban. Mirov li gorî rêbazan dikevin meclîsê.  Li mirovan tiştan ferz dikin. Ya duyem jî feraset û rêbaza siyaseta pergalê û ya me cuda ye. Erdogan gotibû vana kolan jî anîne meclîsê.  Gelek hers bûn.  Me xwest em meclîsê ji kolanê cuda negirin.

MIN ZEHMETÎ KIŞAND

Min di gelek mijarî de zehmetî kişand. Bi pevçûnan derbas bû. Min xwest ez xwe vebêjim. Dema DTP zehmet bû. Em bi nêzîkatiyên nîjadperest re hatin rû hev. Dema duyem hinek din rehet bû.  Siyaset û polîtîkayên me di civakê de bersiv girtibû. Destpêkirina pêvajoya çareseriyê bandor li atmosferê kir.  Bandora jinên DTP û HDP’ê gelek zêde bû.  Di mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd de para wan mezin bû.

Mirov li dijî êrîşên hemberî xwe neçar dimînin bersiv bidin.  Xwe parastin mafê herî sereke yê mirovane. Dema mirov her tim bersiv jî bidin wek ‘parlamentera tund’ tê dîtin.  Lê divê min bersiv bida van êrîşan. Li parlamentê her tim hewayek aloz tine. 

Tenê têkildarî jinan de pirsgirêk dibin, di siyaseta giştî de nabe. Di alî jinên 4 partiyî de hevbeşbûnek hebû, lê mirov nekarin bêjin di polîtîkaya giştî de hevkariyek hatiye avakirin. Di têkoşîna li dijî şîdeta jinê de rêbaza partiya destilatdar, jin heps kir û şîdet zêde kir. Em dibêjin rolên kevneşopiyî şîdetê zêde dike. Em dixwazin ev biguhere. Di vê mijarê de hevkarbûn ji xwe ne mumkune.

Vê demê ji sedî 40 temsiliyeta jinê heye. Hedefa me temsîliyeta wekhev e. Dema bihurî hedefa me ji sedî 40 bû lê em di ji sedî 36’î de man. Niha me temsiliyeta wekhev hedef girt.  Ji sedî 40 qezencek girînge.”

DI HDK-HDP’Ê DE ISRARKIRIN KARÊ MIN Ê HERÎ BAŞ BÛ

Tûncel destnîşan kir ku tişta  herî  xweş ya kiriye israr wê ya di HDK û HDP’ê de ye: "Xwediyê vê projeyê Birêz Ocalan e. Piştgiriya wî zêde bû.  Min jî ji destpêkê di xebata wê de cih girt. Îro jî bend derbas kir û 80 parlamenter ketin parlamentê. Ez niha dibêjim ku baş e ku mi israr kiriye."

REFLEKSA MIN SERHILDANA LI DIJÎ DEWLETÊ BÛ

Tûncel bal kişand ser sîleya ku li polîs xistibû û wiha pê de çû: "Ew rewş ji derveyê îradeya min pêk hat. Ez kesek bi kontrol im di esasê de.  Lê carna mirov li dijî hinek tiştan kontrola xwe winda dikin. Ez divê mijarê de neaxivîm. Ji ber çalakiyeke ku nehatibû plankirinê bû.  Wê rojên gel xwestibû bimeşe û dewletê şîdetek mezin li wan kiribû. Min li dijî vê şîdetê serî Hilda.  Helwesta min li dijî dewletê bû.  Mirov ji ber gazê ji ser hişê xwe çibûn. Bi berxwedana Geziyê re ez bawerim Rojava ev şîdet baş fêm kirine. Şîdeta dewletê her tim li Kurdistanê bû.  Welatiyên Rojava ev baş fêm nedikirin. Gelek kesî digot te sîle bi kîjan destî avêtiye, ka bêje em maçî bikin.

Dema xwendekara zanîngehê bûm hatim binçavkirin.  Polîsên îşkencekar, sîle li min xistibûn û heqeret li min kiribûn.  Min gelek caran hesta, ev sîle hebasê wan rojane, jiya."

Tûncel diyar kir ku sala 2012’an ji bo wê gelek zehmet bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelek şehadet çêbûn. Dewletê êrîşên berfireh pêk dianîn.  Li aliyekî operasyonên KCK'ê li aliyê din jî operasyonên li dijî gerîlayan. Em her tim li sahayê bûn, me hewl dida em pêşî lê bigirin.  Mirov dibêjin gelo çawa pêşî li van bigirin.  Em beşdarî çalakiya mertalên zindî bûn.  Lê car ev têr nake.  Jiyana mirovan evqas hêsan dice ku. Hîna jî wisa ye. Li Kobanê qezencên mezin çêbûn lê windahiyên mezin jî çêbûn.  Tiştên di mîtînga Amedê de pêk hatin hewldana komkujiyê bû. Mirov difikirin çawa pêşî li van bigirin. Ji ber ku her mirinek tiştekî ji mirovan dibe. Tiştên li min hatin ferzkirin min red kir. Di cil û bergande. Her kes dibêje, ti belavî.  Li çapemeniyê de her hal di mijara nexweşikbûnê de ya herî zêde hatiye nîqaşkirin ez im. Di çapemeniya civakî de ‘jinên nexweşik tinene, jinên BDP’î hene. Herî zêde jî Sebahat Tûncel heye. Ev îfadeya nêzîkatiya neteweperest û zayendpereste."

Tûncel di mijara  ewlehiyê de jî axivî. Tûncel da zanîn ku dema hatiye hilbijartin di sê lîsteyên mirinê de navê wê hebûye û got: "Ji fikara min a şexsî wêdetir, min encamên civakî jî li ber çavangirt û min tedbîra xwe girt.  Her tim bêguman rîskek heye. Lê siyaset jî bê rîsk nayê kirin. Tirsên min heta îro berê min neguhert. Tehdîda ez netirsandim. Min berpirsyariya ku civakê da min anî cihû ez her tim zelal bûm.

JI BILÎ SIYASETÊ JIYANA MIN YA ROJANE TINE

Ji bilî siyasetê jiyana min ya rojane tine. Ez dibêjim parlamenterî qedya ez ê ji xwe re hinek demê veqetînim. Lê malbat bawer nake. Ez ji kar pir hez dikim. Di jiyana min de siyaseta şoreşger sereke ye. Tiştekî min ê taybet tine.  Wê tinebe jî. Wisa xuya dike. Carna diçim sînemayê, şanoyê.

Bi hevalên xwe re vê dikim. Bi jinekê re dixebitim. Ev ji bo min avantaje. Bi parlamenteriyê re derdora min berfireh bû. Lê min rêbaza xwe neguhert.  Ez ti carî wek parlamenter tevnegeriyam.  Ez çûm cihên ku her kes diçê.  Mirov matmayî dimînin. Em çûn cihên ku ciwan diçin lê xwarinê dixwin. Em nas dikirin, matmayî diman. Bê guman azadiya mirovan jî tine dibe. Mirov biçin ku derê mirov nekarin rehet rûnên. Her kesê tê dixwaze, sohbetê bike û wêne bikişîne. Wê demê xwezabûn namîne. 

DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE CIH GIRTIN MIN KÊFXWEŞ DIKE

Ez bi têkoşînê kêxweş im. Di nava têkoşînê de cih girtin min kêfxweş dike. Lêgerîneke min a din tine. Dema ji derveyÎ jiyana şoreşger bifikirim, ev min xera dike. Dema rojek du rojan valahî çêdibe, ez dibêjim çi dibe? 

Ez jiyanê li gorî xwe plan nakim. Ez xwe li gorî jiyanê plan dikim. Ez xwe li gorî hewcedariyên siyasî plan dikim."

Tûncel têkildarî zewacê jî nêrînên xwe anîn ziman û wiha berdewam kir: "Ez ne zewicandibûme. Zewacê jî nafikirim. Ez nabêjim ez bi doza xwe re jî zewicandîme. Ev ji min re rast nayê. Nuqteya em li azadiya jinê û têkiliya jin-mêr dinêrin gelek girîng e. Nêzîkatiya giştî ya KJA’yê perspektîfa azadiya jinê ye. Jinûve li jiyanê nihêrtin, rêbaza têkiliya kevneşopiyî guhertine. Ya esas ev e ku jin weke şexsek azad di civakê de cih bigire. Ev ji şexsîbûnê zêdetir meseleyek civakî ye. Ez wisa li eşqê dinêrim."

KARÊ ME NÛ DESTPÊ DIKE

Sebahat Tûncel di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku parlamenterî qedeya lê ji bo wan kar nû destpê dike û anî ziman ku HDP di siyaseta Tirkiyeyê de hatiye nuqteyeke bi bandor. Tûncel got: "Li parlamentê temsîliyet xurt e. Lê karê me yê esas ev e ku em li kolanê gel bi rêxistin bikin, li dijî kapîtalîzma modern, modernîteya demokratîk pêş bixînin."

Tûncel anî ziman ku ji ber axaftinên wê li Meclîsê der heqê wê de 62 fezleke hene û diyar kirku ev wê nû dest pê bikin û got: "Lê doza sereke ya ez tê de dihatim darizandin, Dadgeha Destûra Bingehîn ji nûve biryara darizandinê da. Di vê rewşê de rewşa min a girtinê ji holê rabû."