Tûglûk: Tişta em bikin jî bicih anîna îdeala Kurdistana azade

Tûglûk: Tişta em bikin jî bicih anîna îdeala Kurdistana azade

Ji bo gêrîla Zarîfe Soylû li Şemzînanê jiyana xwe ji dest da mewlîd hate dan. Piştî mewlîdê goristan hate ziyaretkirin. Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk got: "Ji me re jî îdeala Kurdistana azad ku ev hevalên me di ber de jiyana xwe ji dest dane, bi cihanîn dikeve."

Ji bo gêrîlaya HPG’ê Zarîfe Soylû (Hêvîdar Amed) ku di encama li bejahiya Navçeya Şemzînan ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest daye, li Taxa Tekelê ya girêdayê Navçeya Bîsmîl ya Amedê di konê sersaxiyê de mewlîd hate dan. Di nava wan de Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, Seroka Şaxa MEYA-DER ya Amedê Leyla Ayaz, Şaredara Bîsmîlê Cemîle Emînoglû, Hevserokên Rêxistina BDP'ê ya Bîsmîl Nîzamettîn Azad û Yasemîn Şehmûsoglû jî heyî bi sedan kes beşdarê mewludê bûn.

Piştî xwendina mewlûd diayan, sersaxî ji malbata gêrîla Hêvîdar hate xwestin. Bavê gêrîla Hêvîdar Bedrî Soylû diyar kir ku, dewlet êdî tehemula cenazeyan bi rojê defin bêkirin nake û got: "Dixwazin em her tim di tarîtiyê de bin. Ev gel her tim li doza xwe xwedî derketiye û dê her tim xwedî derkeve jî. Ev zarokên me ji bo aştî, demokrasî û gelê xwe têkoşînê didin."

'EM JÎ DÊ JI BO WAN CANÊ XWE BIDIN'

Ji konê sersaxiyê heta goristana ku li gundê Darli ya gora gêrîla Hêvîdar li wire meşa bi girseyî hate li darxistin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên weke "Bijî Serok Apo", "Ey şehîd xwîna te erdê namîne", "HPG tolhildan", "PKK gele gel li vire", "Şehîd namirin" hatin qêrîn. Li goristanê piştî deqîqeyek rêzgirtinê Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk axaftinek kir. Tûglûk diyar kir ku, ciwan jiyana xwe ji dest didin û ev yek jî ji bo wan peyameke.

Tûglûk wiha got: "Wan bedenên xwe yên ciwan û jiyana xwe ji bo azadiya me danîn holê. Têkoşîna wan ji bo mirovahî, bi azad û weke her gelê ku xwedî mafin em jî bijîne. Têkoşîna wan ya ku jiyana xwe dane berçav rûmeteke. Heke îro em hatibin derekî bi saya serê wane. Berdela têkoşîna me pir giran e. Lê riya ku wan vekiriye riya azadî û mirovahiyê ye. Her çiqas berdela wê mezin be jî me bi azadiyê ve dibe. Ji me re jî îdeala Kurdistana azad ku ev heval jiyana xwe di ber de datînin holê bi cihanîn dikeve. Em jî dê vê têkoşînî heta dawî bimeşînin. Madem wana ji bo me canê xwe dane em jî, ji bo wan canê xwe bidin."

Girse piştî diruşmeya "Şehîd namirin" ji goristanê veqetiyan.