Wekîlên BDP'ê û endamên meclîsa daîmî ya KCD'ê ku li avahiya KCD'ê dest bi greva birçîbûnê kiribûn bi daxuyaniyekê dawî li çalakiyê anîn. Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk got: “Birêz Ocalan ji bo pirsgireka kurd bi riya aştî û demokrasiyê çareser bibe gavên girîng avêt. Carek din rola xwe ya aştiyê lîst. Birêz Ocalan Rêberê Aştiyê ye.” Parlementera Serbixwe Leyla Zana ku li meclîsê dest bi çalakiyê kiribû jî dawî li çalakiyê anî.
Parlementerên BDP'ê û endamên meclîsa daîmî ya KCD'ê ku ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJKê ku di 8 û 10'ê Mijdarê de li avahiya KCD'ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn bi civîna çapemê dawî li çalakiya xwe anîn.
Di daxuyaniya ku li avahiya KCD'ê pêk hat de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Hevserka KCD'ê Aysel Tûglûk wekîlên BDP'ê û endamlên meclîsa daîmî ya KCD'ê amade bûn. Pêşî Kişanak, axivî û wiha got: "Em di roja 68'an a greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger de bi agahiyaku ji girtîgehê hat rehet bûn. Me bêhnek fireh stend. Piştî vê agahiyê dermankirina girtiyên ketibûn grevê dest pê kir. Girtiyan berê jî gotibûn daxuyaniyên Birêz Ocalan ji bo wan esas e û diyarker in. Girtiyan spasiyên xwe ji gel re anîn ziman. Bi vê pêvajoyê çalakî gihişt armanca xwe. Di roja 68'an de rûpelên nû li Tirkiyeyê vebûn. Kesên xwe berpirsiyar dîtin rabûn ser piyan. Ev daxwaz daxwazên me ne jî. AKP'ê û Serokwezîr xwest vê çalakiyê vala derxe û pûç bike. Lê gelê kurd bi berxwdanek mezin û bêhempa li van daxwazên xwe xwedî derketin. Li gel bombeyên gazê yên polîsan û îşkenceya polîsan a li kolanan gel disa derket kolanan û berxwedana xwe mezin kir. Birez Ocalan bi vê gava xwe dîsa nîşanî her kesî da ku rêber e.
Kişanak, da zanîn ku milyonan kurd Ocalan wekî vîna xwe qebûl kiriye û rola muzakere û diyalogê daye. Kişanak spasiyên xwe ji gelê kurd û sosyalîst re anî ziman û wiha got: "Birêz Ocalan careke din Rêbertiya xwe aşkere kir. Mirovan nirxên xwe yên herî pîroz canê xwe dani holê. Di vê pevajoyê de rol û keda heri mezin dîsa ya Ocalan e. Gelê kurd li banga Birêz Ocalan xwedî derket. Lê her tişt bi dawî nebûye. Birêz Ocalan ji bo rê li pêş pêvajoyê veke rolê xwe lîst. Gelê kurd bi van çalakiyên xwe vîna xwe aşkere kir. Divê dewlet vê rastiyê li ber çavan bigire."
TÛGLÛK: BIRÊZ OCALAN RÊBERÊ AŞTIYÊ YE
Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk diyar kir ku greva birçîbûnê ya li girtîgehan 68 rojan berdewam kir û wiha got: "Çalakiya girtîgehan çalakiyek gelek girîng bû. Gelê kurd ê fedekar ji bo demokrasiye têbiniyek li dîroka Tirkiyeyê nivîsand. Birêz Ocalan ji bo pirsgireka kurd bi riya aştî û demokrasiyê çareser bibe gavên girîng avêt. Carek din rola xwe ya aştiyê lîst. Birêz Ocalan Rêberê Aştiyê ye. Dîsa rola xwe ya çareseriyê nivîsand. Em bang li hemû gelê Tirkiyeyê dikin û dixwazin ku rolê Ocalan baş bibîne. Divê derdorên ku peyam ji wan re hatine şandin peyamê rast û baş bixwînin. Dive her kesên ku êdî bar û kar dikeve ser milê wan kar û berpirsiyariya xwe baş bi cih bînin.
ONDER: GELÊ KURD ÊDÎ HÊVIYÊ XWE BI KESÊN DIN VE GIRÊDANE
Parlementerê BDP'ê yê Stenolê Sirri Sureyya Onder, ragihand ku gotinen hikûmetê yên 12 Îlonê û Vegera Jiyanê û niha dişibin hev û wiha got: "Qêrînên Kenan Evren û Hikmet Sami Turk yek in. Feraset nehatiye guhertin. Gelê kurd êdî bendewarî û hêviyên xwe bi kesên din ve grêdane.”
LEYLA ZANA JÎ DAWÎ ÇALAKIYÊ ANÎ
Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana ku li meclîsê dest bi çalakiyê kiribû jî dawî li çalakiya xwe anî.